NY: Xwest yekser darvekirinên li Îranê bên rawestandin

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku rewşa mirovan li Îranê ji ber zêdebûna darvekirinê, girtinên kêfî û hedefgirtina muxalif û kêmaran xirbatir dibe û xwest yekser darvekirinên kêfî bên rawestandin.

Navenda Nûçeyan – Îran şahidiya pêleke nû ya darvekirinan dike ku ev yek jî bûye sedema fikarên navneteweyî. Nexasim piştî ku rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku di hefteyên dawî hejmara kesên hatine darvekirin zêde bûye.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyek nû de hişyarî li ser li ser krîza mafên mirovan a li Îranê kir û ragihand ku tevî berfirehbûna rewşa ewlehî û leşkerî ya li welat, zextên li ser dijberên siyasî, xwepêşander û kêmarên etnîkî û olî gelek zêde bûne.

‘Pêwîst e demildest darvekirinên kêfî bên rawestandin’

Komîseriyar Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan nîgeraniya xwe li ser înkarkirina tund û hovane ya mafên gelê Îranê nîşan da. Her wiha tekez kir ku pêwîst e rayedarên Komara Îslamî yekser hemû darvekirinan rawestînin, mafê darizandineke adilane mîsoger bikin û hemû kesên ku bi awayekî kêfî hatine girtin yekser serbest bên berdin.

’21 kes hatin darvekirin’

Li gorî amarên ku ji aliyê Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê ve hatine weşandin, ji destpêka êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê ve, herî kêm 21 kes li Îranê hatine darvekirin. Tohmeta neh kesên ji wan ji ber têkiliya wan bi xwepêşandanên dawî yên li welat re û 10 kes bi tohmeta endamtiya komên opozîsyonê û du kes jî bi tohmeta sîxuriyê hatine darvekirin.

Tohmetek nezelal

Raporê piştrast kir ku ji dawiya meha Sibatê ve zêdetirî çar hezar kes bi tohmetên têkildarî “ewlehiya neteweyî” hatine girtin ku NY diyar dike ku ev tohmet di pergala dadwerî ya Îranê de berfireh, nezelal û ji şîroveyan re jî ne vekirî ye. Her wiha ji bo tepeserkirina bi hezaran welatiyan, ku di nav wan de xwepêşandar, çalakvanên sivîl û heta ciwan hene, tê bikaranîn.

Çarenûsa girtiyan nayê zanîn

NY’yê ragihand ku di vê heyamê de hejmareke mezin ji girtiyan rastî windakirina bi zorê, îşkence, îtîrafên bi zorê, darvekirinên sexte û muameleyên din ên nemirovane hatine û malbatên wan ji çarenûs wan bê agahî ne, nizanin li ku tên girtin.

‘Jiyana girtiyan rasterast di bin metirsiyê de ye’

Rêxistinê rewşa li girtîgehên Îranê wekî “gelek nîgeranker” bi nav kir û ragihand ku li hinek navendên girtinê kêmasiya xwarin, av, xizmetên bijîşkî û tesîsên paqijiyê yên bingehîn heye. Li gorî Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan, jiyana girtiyan rasterast di bin xeterê de ye.

Herî zêde Bahayî Zaerdeştî Kurd û Belûc rastî cezayên giran tên’

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku zextên ewlehî û dadwerî bi piranî li ser netewe û li gorî olan, di nav de Bahayî, Zerdeştî, Kurd û Beluc in çêdibin û ev kom rastî girtin, desteserkirina mal û milk, cezayên giran û xetera darvekirinê tên.