Çîroka avakirina Qamişlo: Sedsalek di nava pirçandan de
Bajarê Qamişlo ku 100 sal beriya niha hatiye damezrandin, salvegera avakirina xwe bi şahiyek mezin pîroz dike.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Qamişlo yek ji bajarên herî girîng yên Rojavayê Kurdistanê ye, li ser çemê Cexcexê li ser sînorê bajarê Nisêbîna Bakurê Kurdistanê ye. Îro, ew navendeke aborî û çandî ya girîng a li herêma Rojavayê Kurdistanê ye.
Bajar di serdema Mandata Frensî ya li Sûriyeyê de, hate damezrandin. Plankirina damezrandina wê di sala 1925’an de dest pê kir û sala 1926’an bi avakirina baregehên leşkerî û destpêka pêşketina bajarî ya rêxistinkirî, wekî sala damezrandina wê ya rastîn tê hesibandin. Çend sal şûnda, di sala 1928’an de, îstasyona trênê vebû ku beşdarî mezinbûna bilez a bajêr bû.
Sedema damezrandina bajêr ew bû ku, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, piştî destnîşankirina sînorê di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de, Nisêbîn ket nav axa Tirkiyeyê. Rayedarên Frensî wê demê Qamişlo ava kirin da ku wekî navendeke îdarî û bazirganî ya nû bi sûdwergirtina ji cihê wê yê sînor û xeta trênê ya Bexdayê, li aliyê Sûriyeyê xizmet bike.
Pêşketina Qamişloyê wiha bû: Di rojên xwe yên destpêkê de, ew deverek biçûk bû ku bi erdên çandiniyê dorpêçkirî bû. Paşê, pêlên koçber û penaberan kişand. Bi taybetî piştî bûyerên ku herêm di salên 1920’an de pê re rûbirû ma. Vekirina îstasyona trênê beşdarî geşbûna bazirganî û çandiniyê bû û ew veguherand yek ji bajarên herî girîng ên Parêzgeha Hesekê. Qamişlo bi pêkhateyên xwe yên cuda cuda tê nasîn. Gelên wekî Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen, Kildan, Aram û her wiha hinek pêkhateyên din jî bi hejmareke biçûktir li Qamişloyê dijîn
Çavkaniyên aborî
Çavkaniyên aborî yên ku Qamişlo xwe dispêre, çandinî, bi taybetî genim, pembo, ceh û nîsk, her wiha Bazirganî, ji ber cihê wê yê sînor û xizmetê ve ne. Di heman demê de zeviyên petrolê yên nêzîk jî ji salên 1970’yan vir ve beşdarî vejandina aboriya herêmê bûne. Reseniya Navê Qamişloyê ji vir hatiye. Tê bawerkirin ku navê "Qamişlo" ji peyva "Qamişlî" hatiye, ku tê wateya qamîş û behsa qamîşên ku berê li qeraxên Çemê Çeqçeq pir şîn dibûn dike. Şaha Hesarî, jinek ku bi eslê xwe ji gundê Elî Feroyê ya girêdayî bajarê Qamişloyê ye. Lê belê Şaha ya ku bi temenê xwe zêdetirî 60 salî ye, li Qamişloyê zewiciye. Şaha ji nûçegihana ajansa me re behsa dîroka Qamişloyê kir.
‘Dibêjin Şam şekir e lê welat jê şêrîntir e’
Şaha Hesarî diyar kir ku ew nêzî 50 salan li Qamişloyê dijî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez li gundekî welatparêz ê ku bi navê Elî Feroyê tê nasîn ji dayîk bûme, min ciwaniya xwe lê dewam kir, heta ku nesîb û şensê min bû ku ez li Qamişloyê bizewicim. Ev nêzî 50 sal in ku ez li Qamişloyê jiyanek normal dijîm. Bi vê jiyanê kêfxweşim û heta dawiyê jî ez ê li Qamişloyê bijîm. Her wiha ez dayîka 4 zarokan im. Gelek kes derketine derveyî welat û ji me re jî digotin werin, lê em bi jiyanan xwe li vê derê razî ne. Dibêjin Şam şekir e lê welat jê şêrîntir e, wê tu dever ne wekî Qamişloka me xweş be.”
‘Li Qamişloyê gelek pêkhate hene’
Şaha Hesarî anî ziman ku Qamişlo bajarekî berfireh e û rê ji pêşketinên rojane re vedike, gelek derfetên kar ji welatiyan re pêşkêş dike wiha pê de çû: “Li Qamişloyê gelek pêkhate hene. Belê hemû pêkhate wekî biratiya gelan bi hev re jiyan dikin. Dema ku sedsalê bajarek wekî Qamişloyê li ser lingê xwe bimîne tevî hemû zehmetiyan, Heleb bajarek bi rojane pêşdikeve û berfireh e. Di demên berê de Qamişlo wekî gundekî bû, hawîrdora wê bexçe bûn, ji ber ku di şiklê gundan de bû, gelek kesan nedigot bajar. Gelek kesên ku avahiyên wan li gund tune bûn, berê xwe dan Qamişloyê. Ji bo ku bi karibin kar bikin û jiyanekî baş ji zarokên xwe re peyda bikin. Bi gavên kêm bajar hat avakirin, roja îro Qamişlo hatiye dagirtin û bûye bajarekî mezin.”
Şaredariya bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekî ragihand ku ew bi boneya sedsaliya avakirina Qamişloyê amadekariyên şahiyekê dikin. Ji bo agahiyên zêdetir li ser vê şahiyê nûçeghana ajansê hevdîtinek bi Hevseroka Şaredariya Qamişloyê Bêrîvan Omer re kir.
‘Di sala 2026’an de 100 salê avakirina Qamişloyê çêdibe’
Bêrîvan Omer da zanîn ku dixwazin di sala 100’emîn a avakirina Qamişloyê de bi şahiyekî vê rojê pîroz bikin û wiha domand: “Di sala 2026’an de 100 saliya avakirina Qamişloyê çêdibe. Me xwest di vê rojê de em dîroka vî bajarî xuyanî bikin. Her wiha em bi hev re vê 100 salê pîroz bikin û ji cîhanê re xuyanî bikin, ji gunedekî ku bi çend mala bû, îro bûye bajarekî bi sedhezarên malan.”
Wê pîrozbahiyek mezin bi gelê Qamişloyê re bê lidarxistin
Bêrîvan Omer behsa amadekariyên şahiyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me fîlmek amade kiriye li ser dîroka bajar. Di fîlm de kesên mezin li Qamişloyê, kesên bi nav û deng, her wiha deverên ku bi despêka Qamişloyê re hatine avakirin û heta îro hene, wê bên pêşkêşkirin. Wê pîrozbahiyek mezin bi gelê Qamişloyê re bê lidarxistin.”