NY: Tundiya zayendî di pevçûnên li Sûdanê de weke çek tê bikaranîn

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku bikaranîna sîstematîk a tundiya zayendî di pevçûnên berdewam ên li Sûdanê de zêde bûye û ev yek bandoreke derûnî ya demdirêj ava dike.

Navenda Nûçeyan – Ji destpêka şer û pevçûnên li Sûdanê ve heta niha îstîsmara zayendî ya bi taybetî li dijî jin û keçên ciwan didome. Rapor nîşan didin ku tundiya zayendî wekî amûra ji bo tirsandin û pevçûnê tê bikaranîn.

Bandora kûr a derûnî tê avakirin

Ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên ne fermî yên herêmî îro, hişyarî li ser encamên giran ên bikaranîna tecawiz û cureyên din ên tundiya zayendî ku weke çek û amûrekî di pevçûnên berdewam ên li Sûdanê de tê bikaranîn dan. Her wiha NY’yê destnîşan kir ku ev binpêkirin bandorên mezin li ser tenduristiya psîkolojîk a jin û keçên ciwan ava dike.

Ji Nîsana 2023’an û vir ve, Sûdan şahidiya pevçûnên dijwar di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dike.  Di encamê de bi hezaran kes mirin û nêzî 11 milyon kes ji cih û warên xwe bûn her wiha tundiya zayendî jî zêdetir bûye.

Ji aliyê Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ve Raporek di navbera Çileya 2024 û Mijdara 2025’an de hat weşandin. Di raporê de hat diyarkirin ku li tesîsên ji aliyê rêxistinê ve li Bakur û Başûrê Darfurê tên piştgirîkirin, herî kêm sê hezar û 396 kesên ku rastî tundiya cinsî hatine, piraniya wan jin û keç in,  li navendên ji aliyê rêxistinê ve tên piştgirîkirin, li Darfura Bakur û Başûrê welat xizmeta tenduristiyê girtine û ev yek piştrast dike ku ev sûc bûne ‘taybetmendiyek berbiçav’ a şerê li welat.

Seroka yekîneya tundiyê li ser bingeha zayendî li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Evnî Emîn, rave kir ku bêewlehî, zehmetiya gihîştina navendên tenduristiyê, kêmbûna karmendên bijîşkî yên perwerdekirî astengiyên sereke ne ku kes hewcedar nikarin piştgiriya lezgîn bigrin û destnîşan kir ku  dibe hejmara bûyerên nehatine ragihandin mezintir bin.

NY’yê  tekez kir ku tundiya zayendî li Sûdanê ne tenê encamên yekser ava dike, di heman dem de bandora xwe li ser nifşên pêşerojê jî dirêj dike. Her wiha banga xurtkirina karûbarên tenduristiya derûnî, mîsogerkirina parastina sivîlan û piştgiriya lezgîn ji bo kuştiyan di nava şerê berdewam de kir.