NY: Li Sûdanê sûcên şer gihîştin asta 'qirkirinê'

Li Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de şer berdewam dike. Mîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bajarê El Faşîrê komkujî û tewandina namûsa jinan a bi komî, nîşanên eşkere yên qirkirinê ne.

Navenda Nûçeyan – Mîsyona Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya Ji Bo Kolandina Rastiyên li Sûdanê, di rapora xwe ya dawî de bal kişand ser pêkanînên sosret. Mîsyonê destnîşan kir ku li bajarê El Faşîrê yê ser bi eyaleta Darfura Bakur ve, delîlên nû yên derbarê girtinên kêfî, îşkence, rehînkirina sivîlan a ji bo fîdyeyê û windakirina bi darê zorê hatine bidestxistin. Li gorî raporê, ev dîtin tespîtên berê yên ku dibêjin li bajêr qirkirin pêk hatiye, xurtir dikin.

Di raporê de hat diyarkirin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) bi awayekî sîstematîk jin û keç revandine, êrîşên zayendî yên bi komî pêk anîne û sivîl bi hovîtî înfaz kirine. NY’ê da zanîn ku ev binpêkirin nîşan didin ku sûcên aliyên şerker li Sûdanê dikin, di asta qirkirinê de ne.

Metirsiya komkujiyê li El Ubeydê zêde dibe

Mîsyona NYê hişyarî da ku heman şêwaza binpêkirinan li bajarê El Ubeydê yê eyaleta Kordofana Bakur jî rû dide. Hat ragihandin ku ji bo lêkolînkirina îdiayên binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan û hiqûqa mirovî ya navneteweyî, lêpirsînek lezgîn hatiye destpêkirin.

Serokê Mîsyonê diyar kir ku lêpirsînên wan ne tenê ji bo berhevkirina delîlên tawanên li El Faşîrê ne, di heman demê de ji bo belgekirina binpêkirinên ku civakên herêmî li seranserê Darfurê wêran kirine, têne kirin. Hat destnîşankirin ku dorpêçkirina El Faşîrê, hedefgirtina binesaziya sivîl, astengkirina alîkariyên mirovî û êrîşên berfireh ên li ser sivîlan, hişyariyeke gelekî cidî ne.

Banga lezgîn a Neteweyên Yekbûyî ji bo civaka navneteweyî

NY’ê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rêgirtina li binpêkirinên nû yên li Sûdanê, demildest tevbigere. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li El Ubeydê zêdetirî 500 hezar sivîl û zêdetirî 100 hezar kesên ku di nav welat de ji cih û warên xwe bûne, ji ber xirabûna şert û mercên ewlehiyê, êrîşên li ser binesaziyê û astengkirina xizmetguzariyên bingehîn, di bin rîskeke mezin de ne.

Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist ku Encumena Mafên Mirovan a NY’ê di biryara xwe ya 6’ê Tîrmehê de metirsiya xwe ya ji ber komkujiyên berfireh ên ku dibe ku ji hêla RSF’ê ve li El Ubeyd û derdora wê bên kirin, aniye ziman.

Êrîşên bi drone û bîlançoya şer

Bajarê El Ubeydê ev du meh in di bin êrîşên firokeyên bêmirov (drone) de ye ku rayedarên Sûdanê RSF’ê jê berpirsiyar digirin. Di van êrîşan de santrala sereke ya elektrîkê, stasyonên sotemeniyê û gelek cihên sivîlan hatin lêdan û bûye sedema mirinan. NY’ê di meha Gulana borî de hişyarî dabû ku êrîşên bi drone li herêma Kordofanê zêde bûne û ragihandibû ku di navbera mehên Rêbendan û Avrêlê de herî kêm 880 sivîlan ji ber van êrîşan can dane.

Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) di 26’ê Cotmeha 2025’an de ragihandibû ku wan kontrola bajarê El Faşîrê girtiye destê xwe. Lê belê, rêxistinên herêmî û navneteweyî ragihandibûn ku li bajêr komkujiyên mezin li dijî sivîlan hatine kirin.

Di şerê ku ji meha Avrêla 2023’yan vir ve di navbera artêşa Sûdanê û RSF’ê de berdewam dike, bi deh hezaran kes mirine û nêzîkî 13 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne. Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku şerê berdewam dike, yek ji giranbintirîn krîzên mirovî yên cîhanê kûrtir kiriye.