Li Xezayê perav bûn qada hunerê

Tevî şert û mercên herî giran ên dorpêçê, jin û ciwanên Xezayê li peravê hatin gel hev û huner veguherandin mertaleke berxwedanê. Çalakiyê bi rêya sînema û muzîkê banga aştiyê kir û got: "Hîn jî li vir ji bo jiyanê cih heye.”

REFÎF ISLÎM

Xeza – Beşdarên çalakiyek hunerî bi yekdengî li hev kirin ku perava bajêr veguherînin qadeke hunerî ya vekirî. Armanca vê çalakiyê ew e ku ji bo jinan cihekî ewle bê afirandin da ku di bin şert û mercên dijwar de mîrata xwe ya çandî vegerînin. Çalakî dê pêşandanên fîlm, muzîk, folklor û werzîşê bîne cem hev.

Di 13’ê Îlonê de bi beşdariyeke mezin û balkêş a jinan, Koma dansê ya Şemsê li perava Xezeyê çalakiyeke hunerî û civakî li dar xist. Çalakiyê bi pêşandana fîlma Filistînî ya bi navê “Qêrînek: Dema ku Huner dibe Deng”, pêşandaneke muzîka gelêrî, pêşandana dansê ya hip-hopê ji aliyê koma Camp Breakers ve û bi pêşandaneke dansê ji aliyê Klûba Keçikên Xezayê ve dest pê kir û bi dawî bû.

‘Ji bo jinan qadeke ewle’

Pêşkêşvana çalakiyê Layan El-Saftawî diyar kir ku çalakî li perava Xezeyê hatiye lidarxistin daku pêşandanên hunerî û werzîşî yên cihêreng werin nîşandan. Layan armanca çalakiyê bi van gotinan anî ziman: “Armanc ew bû ku ji bo keç û jinan qadeke ewle bê peydakirin da ku bi rêya huner, afirînerî û werzîşê ji zextên psîkolojîk ên di êrîşa sê salan de derbas bûne, birevin. Her wiha peyama ku hê jî li Xezayê cih ji bo jiyanê heye û ew dikarin vegerin ser çalakiyên ku berê jê hez dikirin, danî holê.”

Layan El-Saftawî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev çalakî li perava Xezayê pêk hatiye, ku niştecihên Şerîda Xezayê wê tenê wekî qadeke bêhnvedanê dibînin. Armanc ew bû ku perav ji bo nîşandana fîlma kurt a dansê ya bi navê “Qêrîn” bê bikaranîn; fîlmekî Filistînî ye ku ji aliyê derhêner Cumana Daêbis ve hatiye amadekirin. Fîlm bi hevkariya Klûba Boksê ya Jinên Xezayê û bi beşdariya jinên ji Ramallah, Şerîda Xezayê û Misirê hatiye çêkiriye.

Têkoşîna gelê Filistînê di nava hunerê de

Hêjayî bibîr xistinê ye ku fîlm cara yekem di Kanûna 2025'an de li Şanoya Holst a li Xezayê hate nîşandan. Paşê di sala 2026'an de li Ramallahê û li festîvalên navneteweyî (di nav de Îtalya jî) hate nîşandan, ku têkoşîna gelê Filistînê ronî kir û huner veguherand amûreke berxwedan û jiyanê.

Gelê Xezayê ji jiyanê hez dike’

Hunermend Rula Daloul diyar kir ku wê û komek jinên ciwan di konserê de stranên gelêrî yên Filistînî yên cûrbecûr pêşkêş kirine. Rula girîngiya van stranan û rola wan di parastin û veguhestina mîratê de di nav salan de, di vegotina êşên Filistîniyan de û heta di parvekirina şahiyê de jî tekez kir û wiha anî ziman: “Ev stran cihekî taybetî digirin; dayîk wan jiber dikin û didin keçên xwe, nifşê nû wan fêr dibe û wan di şev û civînên xwe yên çandî de vedihewîne.”

Her wiha Rula destnîşan kir ku beşdarbûna mezin a jin, zarok û ciwanan di konserê de xwesteka gelê Xezayê nîşan daye ku ji bûyerên hunerî û werzîşî kêfê bistînin û di rojê de, tevî zehmetiyên veguhastinê, demê ji xwe re veqetînin da ku ew rihet bibin û stresê sivik bikin. Wê peyama ku gelê Xezayê ji jiyanê hez dike, banga aştiyê dikir û çirûskek hêviyê ji bo pêşerojê dibîne, çi qas şert û merc dijwar bin jî, da.

Xebatên klûba boksê ya jinên Xezayê

Boksor Farah Ebû El-Qumsan piştrast kir ku beşdarbûna wê di çalakiyê de bi tevlîbûna di Klûba Boksê ya Jinên Xezayê re bi rêya kurtefîlmekî û pêşandana boksê ya ku ji hêla keçan ve hatibû pêşkêşkirin, dest pê kiriye.

Damezrênera klûbê Rîma Ebû Rehma rave kir ku armanca wê ew bûye ku cihekî ewle biafirîne ku jin û keç bikaribin werzîşê bikin û fêrî xweparastinê bibin. Rîma got: “Em dixwazin peyama xwe bigihînin hemû jinan ku ew dikarin bêyî sînorkirinên civakî an astengiyên din her werzîşê bilîzin.”

Li gel kêmbûna çavkaniyan ji bo werzîşê li Şerîda Xezayê, Rîma destnîşan kir ku klûb hewl dide van derfetan bêpere ji jin û zarokan re peyda bike û cîhekî ewle biafirîne ku ew bikaribin bi azadî nefes bigirin. Wê her wiha anî ziman ku ji ber beşdarbûna di çalakiyê de pir kêfxweş e û wêrekiya ku ji performansa li perava Xezayê bi dest xistiye ji bo wê pir girîng e.

Sînema gelek çîrok û vegotinan belge dike

Beşdar Asîl El-Wadiya rave kir ku ew hatiye daku fîlm, performansa muzîkê û pêşandana boksê temaşe bike. Wê kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew kariye çend demjimêran ji rastiya Şerîda Xezayê, bombebaran, kuştin û wêrankirinê bireve û wiha got: “Hebûna sînemayekê li Xezayê piştî sê salan ji bo me pir bi qîmet bû; ji ber ku ew wekî amûrekê ji bo belgekirina gelek çîrok, vegotin û sûcan di dema êrîşan de xizmet kir. Di çarçoveya Filistînê de, ev ji amûreke şahiyê bêtir amûreke belgefîlm e.”

Asîl her wiha di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku sînema ne tenê ji perspektîfa wêrankirinê, lê di heman demê de ji perspektîfekî estetîkî ve jî dîmenekî li Xezayê pêşkêş dike, nemaze ji ber ku bajarê dorpêçkirî tijî çîrok û vegotinan e. Lê pirsa bingehîn ev e: Ji kîjan alî ve dikarin van çîrokan bigirin dest? “Ji ber zehmetiyên di bidestxistina elektrîkê, gihîştina înternetê û çavkaniyên din de, organîzekirina çalakiyeke şahiyê li Xezayê di vê heyamê de ne karekî hêsan e. Ji ber vê yekê, em keç û jinan teşwîq dikin ku beşdarî çalakiyên hunerî û çandî bibin.”