NY: Ji 5 jinan yek di bin temenê 18 salî de tê zewicandin

Li gorî rapora ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di 18’ê Mijdarê de weşand, di sala 2021’ê de li seranserê cîhanê ji sê jinan yek bi cureyek tundîtûjiyê re rû bi rû dimîne.

Navenda Nûçeyan- Di sala 2000’an de Neteweyên Yekbûyî 25’ê Mijdarê weke roja cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Hemberî Jinan ragihand. Di meha Mijdarê de 16 rojan çalakî tên lidarxistin. Li gorî raporan derdikeve holê ku ji her sê jinan yek bi cureyek tundûtûjiyê re rû bi rû ye.

Ji 5 jinan yek di bin temenê 18 salî de tê zewicandin

Ji rapora herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di 18’ê Mijdarê de belav kir derket holê ku di sala 2021’ê de ji her 5 jinan yek di bin temenê 18 salî de tê zewicandin. Her wiha da zanîn ku ji sedî 40 jinên ku rastî tundûtûjiyê tên daxwaza alîkarî û çareseriya pirsgirêkên xwe dikin.

Rêjeya koçberiyê jî wek sedema zêdebûna tundûtûjiyê hat nîşandan

Li gorî lêkolînan her sala ku derbas dibe, rêjeya tundûtûjiya li hemberî jinan zêdetir dibe. Di rapora Neteweyên Yekbûyî de sedemên tundûtûjiyê, weke belavbûna vîrusa koronayê, guherîna avhewayê û tevilheviya aborî tê destnîşankirin. Her wiha şerê di navbera hêzên desthilatdar de û zêdebûna rêjeya koçberiyê jî weke sedemên zêdebûna tundûtûjiyê hatin nîşandan.