Di encama konferansê de 17 biryarên dîrokî hatin girtin

Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî di bin dirûşma “Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû” li Amedê hat lidarxistin bi biryara avakirina “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma “Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû” li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê destpêkiribû, îro di roja xwe ya duyemîn de bi girtina gelek biryarên girîng bi dawî bû.

 Di bernameya konferansê de gelek endam û rêberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine, tev li konferansê bûn. Li konferansê pankartên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên Kurdî û pankarta ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hatin daliqandin. Her wiha Konsferans bi pêşniyar û biryaran bi dawî bû.

Biryaryarên ku di dawiya konferansê de hatin girtin ev in:

“1-Hefteya 15 Gulanê dê wek festîvalê bê pîroz kirin. Di vê hefteyê de tu bernameyên ku 15 Gulanê di bin bandora xwe da bihêle dê neyê amade kirin.

2-Ji bo pêşxistin û zindî kirina ziman dê 2 salan carek konferansek bê li darxistin.

3-Ji bo ku saziyên ziman di bin banekê de bên rêxistinkirin û xebatên hevpar bimeşînin bi navê “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” konfederasyonek bê avakirina.

4-Ji bo ku zimanê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê yekemîn hemû nivîsên rêxistinî yên navxweyî yên navbera sazî û dezgehên me de bi kurdî, heke pêwîst bike li gorî rewşê ji bo tirkî jî bê wergerandin.

5-Ji bo sazûmanî û domdariya kar û barê folklorê bi hevkariya rêveberiyên xwecihî (di bin banê daîreyên ziman de wekî gerînendetiya xebatên pêşvebirin û berbelavkirina zimanî) bê kirin.

6-Her sazî û dezgehên welatparêz ji bo xebatên ziman divê ji butçeya xwe butçeyek ji bo xebatên ziman veqetîne.

7-Sazî divê ji bo karmendên xwe yên bi kurdî nizanin û ên kêm zanin di asta nivîsînê de qelsin li gor asta wan divê atolyeyên zimanî yên mecbûrî organîze bikin.

8-Malperên fermî yên saziyan, hesabên medyaya civakî û daxuyaniyên ji bo çapemeniyê divê di rêza yekem de bi kurdî bin. Zimanên din tenê wekî alternatîfên wergerê li pişt kurdî cih bigirin.

9-Ji bo avakirina dibistaneke online xebat bên destpêkirin.

10-Navên sazî, dezgeh, kûçe, kolan, park û hwd. peyzaj ango kurdîkirina bajêr bê kirin.

11-Em bikaranîna kurdî wekî pîvana temsîla siyasî bi nav dikin, kî bixwaze kurdan temsîl bike, divê fêrî kurdî bibe.

12-Ji bo avakirina toreke berfireh a zimanê kurdî ku derdorên cuda jî tê de cih bigirin, hewldan bên destpêkirin.

13-Rêveberiyên xwecihî di konferansa xwe ya giştî de di derbarê ziman û perwerdehiyê de hin biryaran girt. Mînak; wekî avakirina serokatiya daîreya pêşvebirin û parastina zimanê kurdî, gerînendetiya pêşvebirin û parastina zimanê kurdî û yekeyên pêşvebirin û parastina zimanê kurdî / Vekirina kreş, navendên zarokan, odeyên lîstikê û zarokîstanan (pêşdibistanan) û hwd. Mînak; Avakirina serokatiya daîreya pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî. Di heman demê de jî gerînendetî û yekeyên pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî. Divê kanaleke xwerû çandî bê vekirin.

14-Ji bo ku Kirmanckî/Zazakî di bin serdestiya Tirkî û siya Kurmancî de nemîne, divê; Televizyoneke xweser ya mîna Jiyan TV yan jî garek din ji nû ve were vekirin. Divê akademî û weqfeke xweser ya bi zoravayê Kirmanckî were vekirin, di heman demê de ji bo Kurmancî jî. Karê standardîzekirina zimên serdest be.

15-Ji bo prestîja ziman divê bibe zimanê jiyanê angu zimanê bazarê. Ya din jî kesên ku dinivîsin bibin pêşengên civakê divê zimanê herêmî ya standard û xwediyê belgeyên saziyên ziman bin.

16-Di konferansa rêveberiya herêmî de ji her qetandina daireyan a çand û ziman divê bê kirin. Dîsa ji bo ziman bi prestîj bibe divê saziyên zimanê kurdî esas bên girtin, aboniyeke xurt jê re bê veqetandin.

17-Divê cihê saziyên ziman ku lê hene divê li navçeyên wan bajaran jî bên vekirin.”

Konferans di roja duyemîn de bi dawî bû.