NY'ê ji bo Sûdanê hişyarî da
NY'yê hişyarî da ku komkujî û binpêkirinên li Faşîrê diqewimin, dibe ku li Kordofan û Nîla Şîn jî dubare bibin.
Navenda Nûçeyan – Şerê çekdarî yê berdewam li Sûdanê welat xistiye nava krîzeke mirovî ya kûr û sivîl bedêlên giran didin. Hewldanên navneteweyî ji bo pêkanîna agirbestê bêencam mane û dorpêç û êrîşên berdewam ên li hinek bajaran fikaran li ser komkujiyên nû yên muhtemel zêde dikin.
Şêwirmendê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo pêşîlêgirtina jenosîdê di daxuyaniyek da û hişyarî kir ku kuştin, tecawiza li dijî jinan û binpêkirinên din ên li Faşêrê qewimîn dibe ku li herêmên Kordofan û Nîla Şîn jî dubare bibin. NY’ê bi balkişandina ser xeterên cidî yên ji bo sivîlan ên ku ji ber dorpêçkirina hinek bajaran çêdibin, banga agirbesteke tavilê, parastina sivîlan û vekişîna hêzan ji bajaran ji aliyê aliyên şer ve kir. Her wiha tekez kir ku pêdivî heye pêvajoya aştiyê ya berfireh were destpêkirin û kesên berpirsiyarên binpêkirinên mafên mirovan in divê hesab bidin. Her wiha banga nirxandina mekanîzmayên dadwerî yên taybet kir.
Piraniya van sûcên tên kirin bê ceza dimînin
Serokê Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Navneteweyî ya Serbixwe li Sûdanê ragihand ku lêkolînên wan şêwazên qirkirinê li Faşêrê û derdora wê eşkere kirine û diyar kir ku koçberiya mirovan ji ber tundiyê li herêmê berdewam dike, di dema êrîşan de gelek kes winda bûne û hejmareke mezin ji van binpêkirinan bê ceza dimînin.
Hat gotin ku divê mekanîzmayên hişyariya zû ji bo pêşîgirtina omkujiyên nû werin xurtkirin, însiyatîfên dîplomatîk bênavber berdewam bikin û gihandina alîkariyên mirovî ji bo kesên hewcedar were misogerkirin.
Di mehek de 15 hezar kes mirin
Seroka Rêxistina Çalakiya Jinan a Darfûrê, Nîmet Ehmedî jî bal kişand ser encamên giran ên bûyerên li Faşêrê û diyar kir ku li gorî texmînên wê, di nava mehek de bi qasî 15,000 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Nîmet Ehmedî ragihand ku kampên mirovên bêwar ên li herêmê lê dimînin tên valakirin û her wiha Kampa Zemzem ku ji bo nêzî 800,000 kesan re bûbû stargeh jî wêran bûye.
Nîmet Ehmedî bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina sivîlan, rawestandina êrîşan û pêşîgirtina li belavbûna tundiyê tedbîrên lezgîn bigre.