NY: Birçîbûna li Efrîqayê her ku diçe zêdetir dibe
Di rapora Rewşa Xwarin û Ewlehiya Xurekê ya 2025’an (SOFI), de hat diyarkirin ku li seranserî cîhanê ji sala 2022’an ve pirsgirêka birçîbûnê kêm dibe lê li Efrîqa û Rojavayê Asyayê jî birçîbûn her ku diçe zêdetir dibe.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2024’an de li cîhanê 673 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Ev hejmar li gorî sala 2022’an 22 milyon kêmtir e lê belê pêşketina li welatên xwedî dahata kêm, ji ber enflasyona bilind a bihayên xurekê di bin gefê de ye. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo xwarina bi tendurist bikeve bin ewlehiyê, pêdivî bi beşên bi îstîqrar, bazara vekirî û koordînasyona polîtîkayê ya xurtir heye.
Li Emerîkaya Latîn kêmbûna birçîbûnê didome
Dîrektora Komara Domînîk, Kuba û Guatemala ya Fona Pêşketina Çandî ya Navneteweyî (IFAD) Isabel de la Pena got: “Li Emerîkaya Latîn û Karayîpan (LAC) di 4 salên dawî de birçîbûn bênavber kêm bûye. Rêjeya birçîbûnê ya li herêmê sala 2020’an ji sedî 6,1 bû, sala 2024’an jî bû ji sedî 5,1. Pena destnîşan kir ku pandemiyê rêjeyên birçîbûnê derxistiye lûtkeyê, îro rêjeya birçîbûnê ketiye bin astên beriya pandemiyê jî.
Bi vê yekê re li herêmê xeteriya xurekê bi temamî tune nebûye. Sala 2024’an li Emerîkaya Latîn û Karayîpan 34 milyon kes, yanî ji sedî 5,1’ê nifûsê bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Her wiha hejmara kesên ku li herêmê nikaribûne parêziya bi tendurist pêşwazî bikin, gihîşt 182 milyonî. Jin ji mêran zêdetir rû bi rûyê xeteriya xurekê ne ferqa di navberê de 5,3 pile ye.
Li Efrîqayê rewş giran dibe
Sala 2024’an hejmara kesên rûbirûyê birçîbûnê mane li Efrîqayê 307 milyon, li Asyayê jî 323 milyon bû. Ev rêje li Efrîqayê dibe ji sedî 20,2’yê nifûsê, li Asyayê jî dibe ji sedî 6,7’ê nifûsê. Li qadên bejahiyê xeteriya xurekê li gorî herêmên bajarî hîn zêdetir e; li Efrîqayê ji sedî 28’ê nifûsa bejahî rû bi rûyê birçîbûnê ye, li bajaran ev rêje ji sedî 23 e.
Li gorî Peea yek ji gefên herî cidî ya herêmê, guhertina avhewayê ye.