NWU: Em bi rojnamevanên Kurd re di nava piştgiriyê de ne

Yekîtiya Nivîskarên Netewî ya dibêje “Li hemberî van êrîşên dawîn ên rejîma Erdogan em bi rojnamevanên Kurd re di nava piştgiriyê de ne”, bertek nîşanî bêhiqûqiyên tên jiyîn da.

Navenda Nûçeyan – Dema Li Amedê girtina 16 rojnamegerên Kurd ji aliyê gelek derdoran ve rastî bertekên mezin hat, Yekîtiya Nivîskarên Neteweyî (NWU) jî der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya bi sernavê “Li hemberî van êrîşên dawîn ên rejîma Erdogan em piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd”, wiha hat gotin: “Ev şert ji bo rojnamevanên kurd û rojnameya wan Yenî Yaşamê çapemeniya azad dike meseleyeke man û nemanê. Em dibînin ku her dem li ser gelê kurd zext heye, bi girseyî tên girtin, partiyên wan ên siyasî tên girtin û rayedarên Dewleta Tirk tundiyê li wan dike. Em nivîskar û rojnamevanên li Amerîkayê ji bo zelalî û azadiya çapemeniyê têdikoşin, diyar dikin ku em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd."

Di daxuyaniyê de qala zext û cînayetên di salên 1990’î de li rojnamevanan hat sepandin jî hat kirin û hat destnîşankirin ku di salên 90'î de çi hatibe serê rojnamevanên kurd îro jî heman rewş berdewam dike. 

Di dawaiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gorî dosyeyên dozên çapemenî û siyasî yên heyî û yên berê biryara nepeniyê hatiye dayîn û ev jî diyar dike ku dewlet ji bo delîlên sexte amade bike, ji xwe re wextê peyda dike."