Nurcan Karakaş ji ber gefa kuştinê ji gundê xwe koç kir
Aslan Karataş ê ku Emîne Karakaş a 16 salî, bi zorê biribû Bismilê û bi mehan zorî lê kiribû ku pê re bizewice, piştî ku Emîne hewl dabû bireve wê gulebaran kiribû di encamê de birîndar bûbû û piştî mehan di 23’yê Hezîranê de Emîne jiyana xwe ji dest da. Tevî ku çend meh derbas bûne jî heta niha nehatiye girtin. Dayika Emîne, Nurcan Karakaş jî ji ber gefa kuştinê neçar ma ku ji gundê xwe koç bike.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Di 4’ê Sibatê de, li navçeya Bismila Amedê, Aslan Karataş ê 34 salî, Emîne Karakaşa ku nasê wê, bû nêzî salekê ji bo pê re bizewice bi zorê wê di malek de hepis dikir. Dema ku Emîne Karakaş hewl da bireve, rastî gulebarana Aslan Karataş hatibû û bi giranî birîndar bûbû. Ji ber guleyên ku li mil, stû û zikê wê ketibûn 138 roj di beşa lênihêrîna giran a Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin, di 23’ê Hezîranê de jiyana xwe dest da.
Ji ber gefan mecbûr ma koç bike
Nurcan Karakaş, dayika ku bi mehan e li nexweşxaneya ku keça wê tê de dihat dermankirin li ber derî sekinîbû, sûcdar Aslan Karakaş ku piştî mirina keça wê winda bû gefan li dayika Emîne xwar û jê re got: "Min çawa keça te kuşt ez ê te jî bikujim. Piştre herim cezayê xwe bikşînim” Piştî gef zêde bûn, neçar ma ji gundê ku lê dijiya bi zarokên xwe re koçî bajarekî cuda bike. Cihê kujerê ku cara dawî wesayîta wî li Stewrê hatibû ditîn.
138 rojan sax ma
Hat hînbûn ku Emîne Karakaş ji ber Aslan Karakaş, ê wê dida zorê pê re bizewice û bi mehan gef lê hat xwarin û hat tacîzkirin. Beriya bûyerê bi mehan nikaribû derkeve derve. Emîne Karakaş a ku ji ber gefên kiryar, nikaribû derkeve derve û ewlehiya canê wê tunebû, dema ku li wesayîdek siwar dibe, ji hêla Aslan ve li ber deriyê wê tê gulebarankirin bi giranî birîndar dibe. Emîne Karakaş a ku piştî birîndarbûnê bi mehan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin têkoşiya, piştî 138 rojan jiyana xwe ji dest da.
Kujer hê jî nehatiye girtin
Piştî bûyerê, nayê zanîn ka lêpirsîna ku bi gilînameya malbatê dest pê kiriye di kîjan qonaxê de ye. Aslan Karakaş ê ku piştî bûyerê winda bû û wesayîta wî herî dawî li Stewra Mêrdînê hat dîtin hê jî nehatiye girtin. Piştî bûyerê, ji malbata Aslan Karakaş tenê birayê wî hat binçavkirin û lêpirsînkirin. Dema ku serdozgeriyê biryar da lêpirsîna piştî gilînameya tawanbar hatiye destpêkirin bi sînor bike, parêzerên dosyayê, ên me der barê mijarê de ji wan hevpevîn xwest, diyar kirin ku ji ber sînordarkirî ne haya wan ji delîlên di dosyayê de û encama lêpirsînê tune ye.
Parêzer dê jî nû ve daxwazname bidin
Parêzerên ku dibejîn dozgeriyê ji bo dosyayê ji wan re gotiye "Çi ji destên me tê em dikin, em gumanek herî piçûk jî lêkolîn dikin," rojên pêş dê ji bo lêpirsînê daxwaznameyê nû radest bikin. Parêzeran diyar kirin ku ji ber biryara sînorkirinê, agahiya di dosyeyê de hîn bi wan re nehatine parvekirin.
"Dilê min nikare tehdît û êşan ragire"
Nûrcan Karataş a ku bi zarokên xwe re koçî bajarekî cuda kir serpêhatiyên xwe bi kurtasî vegot: "Her ku ez wan dibînim, ez li keça xwe difikirim, ez ê çawa karibim vê êşê bikşînim." Nurcan Karakaş a ku duh bi zarokên xwe re bi polîsan re ketin rê, got ku dilê wê êşa kişandiye nikare rabike û ji ber gefan ew neçar ma ku mala xwe vala bike. Nurcan Karakaş axaftina xwe wiha domand: “Êşa ku min kişandiye bila kes nekişîne. Êşên ku bi rojan e ez dikşinîm nayên vegotin. Keça min hat kuştin. Pêşî min keça xwe winda kir niha jî ji mala xwe bûm. Mêr nayê girtin, lê peyam û hestên tehdîtkar ji hêla her kesê ve tên zanîn. Li gund ji her kesê re got; "Ez ê wê jî wekî keça wê bikujim." Hevjînê min tune ye, zarokên min ên piçûk hene. Tişta ku bi keça min kir, dikare bîne serê min jî. Ez li ku derê bim, ez ê dev ji vî karî bernedim, ez ê li hesabê wê bipirsim.”
Ma ji ber ku ew cerdevan e tê parastin?
Digel ku 5 meh di ser cînayetê de derbas bûye jî der barê Aslan Karakaş de tu agahiyek tune ye. Di heman demê de li gorî îdiayan sûcdar cerdevan e û ji ber malbata wî jî wekî wî cerdevan in, nehatiye girtin.