Nûnerên Kongra Star a Lubnan û Şamê: Kongra Star bû nasnameya jinan

Nûnerên Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê ên Şam û Lubnanê ku beşdarî Civata Giştî a Kongra Star a 9'emîn bûn rewşa jinan a piştî avabûna Rêxistina Kongra Star li wan hereman nirxandin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Kongra Star a ku ji sala 2005'an de hatiye damezrandin, di 15 Çileyê salvegera xwe ya 18'emîn de Civata Giştî a Kongra Star a 9'emîn bi beşdarbûna hezar delegeyan lidarxist. Nûnera Kongra Star a Şamê Newroz Xelîl û Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê a Lubnanê Şervîn Cûdî yên beşdarî 9’emîn Civata Giştî ya Kongra Starê bûn rewşa jinan, destkeftî û guhertin û veguhertinên bi avakirina Kongra Star de hatine çêkirin nirxandin.

‘Kongra Star vejandina ruhekî nû ê jinên Kurd bû’

Newroz Xelîl lidarxistina Civata Giştî a Kongra Star li sazkarê felsefeya jin ê ku xwedî li jinê derket Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha domand: "Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava ku paşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, Kongra Star guhertinek di fikrê jinan de çêkir. Kongra Star tê wateya vejandina ruhekî nû ji jinên Kurd re bû. Asta ku niha jin bi giştî gihiştinê de hemû bi saya fikir û felsfeya Rêber Abdullah Ocalan e. Jinan ew qeyd û bendên ji aliyê hişmendiya mêr, dewlet û sîstemên desthilatdar û qirker ve pê hatibû girêdan şikand û dişkîne jî. Hilweşandina xîlafeta DAIŞ'ê li Reqqa yê jî li ber çavan e ku şervanên YPJ'ê çawa hêza wan a ku hemû cîhan ditirsandin têk birin. Jineke birêxistinkirî tê wateya ku dikare civakekê bi xwe re birêxistin bike."

‘Kongra Star bû cihê zanista xwenasîna jinên Şamê’

Newroz Xelîl da zanîn ku jinên Şamê piştî naskirina Rêxistina Kongra Star bêtir xwenaskirin û wiha pêl da gotina xwe: "Di jinên kurd û ereb ê Şamê de guhertin û veguhertinên mezin rû dan, jinan bêtir di têkoşîna ji bo fikrekî azad û jiyaneke wekhev de xwe kûr kirin. Li dijî hişmendiya mêr êdî dizane di kîjan aliyê wê de wê têkoşîn bike û çawa mêr biguhere. Her wiha jinan dikarîbû guhertinan di kesayet, fikir û mala xwe de çêbike. Bê guman her gaveke jinên Şamê diavêjin ji bo me destkeftî ye, niha li wir Malên Jinan, komîteyên lihevhatinê, komîteyên perwerdê û meclisên jinan hatine vekirin û ev ne tiştekî hêsan e. Ne tenê ev 7 komînên jinan hatine avakirin. Ev hemû jî encamê ked û felsfeya Rêber Abdullah Ocalan e. Bi rihê "Jin Jiyan Azadî" ne tenê jinên Kurd hemû jinên cîhanê xwe birêxistin dikin û ber bi azadiyê ve diçin. Xebatên me jî berfireh dibe, em hewl didin xwe bighînin hejmarên zêde ji jinan ku wan jî beşdarî vê şoreşa guhertin û veguhertinê bikin û ji azadiya xwe bê par nemînin. Kongra Star bûye nasnameya jinên Şamê jî."

‘Ruxset nayê dayin ku em bikaribin kargehan ji jinan re vebikin û kirîza aboriyê kêm bikin’

Newroz Xelîl bal kişand ser kirîza aboriyê ya ku Şam pêre rû bi rû ma ye û çawa jinan li hember vê kirîzê hişiyar dikin, wiha dirêjî da gotina xwe: "Her kes ji rewş û kirîza aboriyê a ku li Şamê rû dide agahdar e, di vê rewşê de jî ya ku herî zêde zehmetiyê dibîne jin e. Êdî fikr û hizirandinên jinan sînordar ma ye ku wê çawa zarokên xwe perwerde bike, pariyê nan ji wan re bîne an jî çawa para xwe ya sûtemeniyê bidest bixe. Ji lewra ya ku ji dest me tê tenê ew e ku jinan perwerde û zane bikin da ku vê kirîzê kêm bikin. Mixabin ew ruxsetên me wekî Kongra Star tune ye ku bikaribin kargehan vebikin û alîkariyê bidin jin û civaka wir. Ne tenê kurd hemû netewên ku li Şamê dijîn êşa vê kirîzê dikşînin."

‘Kongra Star sîwana jin û parêzvana wê ye’

Newroz Xelîl di dawiya gotina xwe de wiha got: "Divê ku hemû jin xwe di bin siya Kongra Star de birêxistin bikin, di zanista jinê de xwe kûr bikin da ku em bikaribin layiqî keda Rêber Ocalan derkevin. Kongra Star ji hemû jinên cîhanê re dibe sîwan û ew tenê dikare jinan biparêze û ji sîstemên desthilatdar xilas bike."

‘Em ê lawaziyên heyî veguherînin xalên hêzê’

Şervîn Cûdî derbarê rewşa jin bi giştî li Lubnanê axivî û wiha bilêv kir: "Li Lubnanê me konferansê xwe yê salê lidar xist, xebatên xwe yê koordînasyonê, meclis û komîteyan ê her çar xetan hatin nirxandin û wiha em beşdarî Civata Giştî a 9'emîn ya Kongra Star bûn. Bê guman dîsa li Lubnanê jin pêşengtiya vê tevger û rêxistinê dike. Da ku em bikaribin cihê zeyîf xurt bikin, lawaziyên xwe veguherînin xalên hêz ê, komîteyên xwe berfirehtir bikin me pilansaziya xwe ya sala 2023'an jî diyar kiriye ku niha em li ser dixebitin e. Hemû têkoşîna me jî wê bikeve xizmeta ku em Rêber Abdullah Ocalan rizgar bikin û azad pêre jiyan bikin."

‘Bîroqrasiya heyî bû kelem ku jinên Lubnanê beşdarî Civata Giştî a Kongra Star nebin"

Şervîn Cûdî bal kişand ser jinên Lubnanê û got ku ew hêza xwe ji Şoreşa Jinê digre û wiha pêde çû: "Diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" gerdunî dibe, jinên Lubnanê jî hêz û hêviyên xwe ji Şoreşa Jin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin vê diruşmeyê de xwe birêxistin kirine, digre. Gelek jinên Lubnanî jî xwestin werin beşdarî vê civatê bibin lê ji ber bîroqrasiya heyî nikarîbûn ji Lubnanê derbasî Rojava bibin. Di rêya diplomasî, têkilî û diyalogên me wekî Kongra Star bi rêxisin û jinên Lubnanê re hene, ku dixwazin ji nêz ve rêxistina me nas bikin. Bi rastî jî ew jin xwe di nava Kongra Star de dibînin. Em ê di vê salê de bêtir têkoşîna xwe xurt bikin û bibin pirek ku hemû jinan bighînin hev û yekîtiya xwe avabikin."

‘Bi rihê "Jin Jiyan Azadî" wê jin muhra xwe li hemû şoreşan bixe’

Şervîn Cûdî bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku îsal bibe sala azadiya Rêber Ocalan. Çirûska şoreşa "Jin Jiyan Azadî" ku jinên Rojhilatê Kurdistanê destpê kirin, li cîhanê tevahî deng veda. Em dixwazin heman bingeh li her derê li dijî sîstemên desthilatdar ku mafê jinê diçewisînin werê avakirin. Em di wê baweriyê de ku wê jin muhra xwe li hemû şoreşên ku wê werin lidarxistin de bixe."