Nunera Siudiyê ya Norwêcê ya nû dê Amal El-Mualmî be
Jina Siûdî Amal El-Mualmî ji bo weke nûnera welatê xwe ya Norwêcê bê erkedarkirin bawernameya xwe pêşkêşî Mîrê Taca Norwêcê, Mîr Haakon kir.

Navenda Nûçeyan- Amal El-Mualmî dê bibe jina duyemîn ku li welatên din wezîfeya nûnertiya dîplomatîk a welatê xwe digire. Di sala 2020'an de Amal El-Mualmî di karê rêveberiya Rêxistinên Alîkarîya Navnetewî de, di heyeta mafên mirova de li Siûdiyê cih digirt û di navbera sala 2013'an û 2015'an de di rêveberiya şaxê famînîst a li navenda EL-Melik Ebd EL-Ezîz ji bo diyaloga Netewî dixebitî.
Her wiha endamtî ji hinek qomîtiyan re dikir, weke rêvebirina hilbijartinê şaredariyê di sala 2016'an dida meşandin û qomîta Netewî ya parastina ji madeyên hişbir û ji bo televîzyona dewletê ya Siûdî wek şêwirmendek amadekariyê xebitî. Di heman demê de di gelek Kongireyên Navnetwî de wekî berdevk cih digirt.
Ew li bajarê Al-Qunfudhah li devera Makkah ji dayik bû. Xwedan bawernameya xwendina bilind ya ragihandina girseyî ji Zanîngeha Amerîkî ya Denver ye. Her wiha Bekaloyos di zimanê ingilîzî ji Zanîngeha El-Emîra Nûra Bint Abdul Rehman li Siûdiyê wergirtiye. Li Netewyên Yekbûyî di zanîngeha 'Oxford' de xwendinên ola islamî qedandiye.
Hêjayî gotinê ye ku yekem jin wezîfa balyoziyê li Siûdiyê û Xelîc wergiritye EL-Emîra Rîma keça Siltan ku helwesta nûnertiya dîplomatîk ji bo Siûdiyê li derveyî welêt dikir û wekî balyoza welêt li Washington hat pejirandin.