Nûnera Kongreya Star bi Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê re hevîdîtin pêk anîn

Nûnera Rêxistina Kongreya Star li Silêmaniyê bi Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn.

Silêmanî-Îro şandeke Nûnertiya Rêxistina Kongreya Star li Silêmanî serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir. Nûnera Kongreya Star ji Lîman Şiwêş û Endama Desteya Rêveber a Nûnertiyê Silava Silêman pêk dihat. Şande ji aliyê Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman ve hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de rewş û geşedanên siyasî yên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başurê Kurdistanê û girîngiya yek kirina helwestên siyasî ji bo xizmeta destkeftiyên Gelê Kurd hatin nîqaş kirin. Her du alî teqezî li ser girîngiya rola jinan divê qonaxa hestiyar de û guhertinên demografî yên ku herêmên têde derbas dibe kirin ku li ser mekanîzmayek yekgirtî û pûçkirina hemû rêbazên qirkirinê û yekirina helwestên jinan li dijî dagirkeriyê teqez kirin da ku destkeftiyên jinên Kurdistanê bi giştî biparêzin. Her wiha di hevdîtinê de bal hate kişandin ku divê jinên kurd û jinên Kurdistanê li hember astengiyên ku li pêşiya yekrêziyê derdikevin bigirin.