Nûnera Kongra Star Necme Aluş: Hêzên jinan ên YPJ’ê berevaniyê dikin

Nûnera Kongra Star Necme Aluş got ku “Binpêkirina peymanê ya ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve, bûye sedema nerazîbûnan. Hêzên jinan ên YPJ'ê, berevaniyê dikin û wê her tim mîna hêzeke leşkerî ya jinan bimînin.”

 

Silêmanî – Di demekê ku Sûriye di qonaxeke siyasî ya nû re derbas dibe de paşeroja hêzên QSD’ê, bi taybetî hêzên jinan ên YPJ’ê, bûye yek ji mijarên herî girîng ên navxweyî û herêmî. Wê tenê şer nekir, di heman demê de bû sembola azadiya jinan û beşdariya wan a di siyaset û civakê de. Lê piştî ku Ehmed Şara bû desthilatî, siyaseta nû ya Şamê ber bi aliyekî din ve çû. Jinan li hember biryarên paşverû, nerazîbûnên xwe anîn ziman. Di encama bertekên jinan de, neçar ma ku paş ve gav bavêje. Li gorî biryarên nû, zimanê Kurdî hatiye naskirin û Cejna Newroz jî wekî cejneke neteweyî hatiye qebûlkirin. YPJ bi qonaxek krîtîk re rû bi rû ye ku tê de pêşeroja hêzên jinan, sîstema xwerêveberiyê û heta şeklê Sûriyeya pêşerojê dê bê destnîşankirin.

‘Jinan ala reş a DAIŞê daxistin û li şûna wê ala hêzên jinan danîn

Nûnera Kongra Star li Başûrê Kurdistanê Necme Aluş, got ku QSD bi hêzên Ehmed Şara re li ser çend prensîban lihevkirin pêk aniye. Necme Aluş ragihand ku armanca wan, li herêmê parastina zimanê Kurdî û hêzên jinan e û wiha got: “YPJ li Rojavayê Kurdistanê hêzek hevbeş a jinan e. Jinên ji hemû bîrdozî, ol û çandên cuda, tê de şer dikin. Hebûna hêzên jinan a li Rojavayê Kurdistanê, li seranserê Rojhilata Navîn dê destkeftiyên jinan zêde bike. Ji bo ku hêzên jinan li Sûriyeyê bimînin, li seranserê Rojhilata Navîn jin bi piştgirî û çalakiyên xwe pêşî li vê biryarê digrin. Li deverên din ên Kurdistanê, desthilatdarên serdest rê li ber hêzên parastina jinan digirin. Jinan ala reş a DAIŞ’ê daxistin û li şûna wê ala hêzên jinan danîn. Ev yek ji hêla DAIŞ’ê û hêzên Ehmed Şeraa ve nehat qebûlkirin.

‘Îdeolojiya DAIŞê ya ku Ehmed Şeraa dişopîne, hêza jinan li herêmê qebûl nake

Necme Aluş diyar kir ku hebûna hêzên YPJ’ê li Rojhilata Navîn ji bo jinan destkeftiyek girîng e û wiha pê de çû: “Lê îdeolojiya DAIŞ’ê ya ku Ehmed Şaraa dişopîne, hêza jinan li herêmê qebûl nake. Rejîma Baasê ya li herêmê, rê neda jinan ku beşdarî hêzên leşkerî û parastinê bibin. Lê belê, piştî damezrandina YPJ’ê û beşdarbûna wan a li hilweşandina DAIŞ’ê û parastina mafên jinan, jinên li Rojavayê Kurdistanê mafên xwe bi dest xistin.

‘Jin her tim aştîxwaz bûne’

Necme Aluş bal kişand ser girîngiya ku jinên Kurd didin zimanê Kurdî û wiha bidawî kir: “Em Kurd zimanê xwe wekî nasnameya xwe dibînin. Em ê rê nedin nebûna zimanê Kurdî li deverên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê. Me li Sûriyeyê li deverên Kurdî dît ku tabelayên saziyên bi nivîsa Kurdî, hatin rakirin. Gelê Kurd her tim aştîxwaz bûye. Bi taybetî jî jin, tevî zîhniyeta ku li ser wan hatiye ferzkirin, her tim aştîxwaz bûne. Ji bo pêşîgirtina li mafên wan, nemaze nebûna zimanê Kurdî li herêmê û hilweşandina hêzên jinan, ew ê serdema Sûriyeyê veguherînin.”