Nuçegihana ajansa me jî di nav de 16 jinên rojnamevan xelata 8’ê Adarê girtin
Bi boneya 8’ê Adarê, Koma Hunerên Kurdistan nuçegihana ajansa me NÛJINHA Şînyar Payîz jî di nav de 16 jinên rojnamevan xelat kir.
Silêmanî – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Koma Hunerên Kurdistan 16 jinên rojnamevan ku di nav de nuçegihana ajansa me NÛJINHA Şînyar Payîz jî xelat kir. Merasîma xelatdayînê li hola Otela Dawa ya Silêmaniyê hat lidarxistin. Beriya ku merasîm destpê bike deqeye rêz ji bo tevayî cangoriyan hate girtin, paşê Serokê Koma Hunerê Kurdistanê Dana Dara axivî û got: “Jinên rojnamevan karîne rolê sereke û bi bandor bilîzin.”
Piştre xelatên rêzdariyê li 16 rojnamevanên jin ku di nav de nuçegihana ajansa NUJINHA Şînyar Bayîz jî hebû belav kir.
“Xelata herî mezin ewek ku me karibe karê jinan bidin dîtin”
Pêşkêşvana qenala Kurdsat Terze Emer ku xelat girtî got: “Dîtina karê jinan wisan kiriye ku jin hîn zêdetir hewil bidin ku pêşbikevin. Ev xelata ku min girtiye cihê şanaziyê ye, ji ber hêza jinan nirxê herî bilinde ji bo min.”
“Xizmeta ji bo jinan ji me re şanaziya herî mezine”
Nuçegihana ajansa NUJINHA Şînyar Bayîz ku xelat girti jî şanaziya xwe ya bi xebatê ku bûye cihê xelatkirinê wiha anî ziman: “Ez li ser navê ajansa NUJINHA gelek keyfxweşim ku min ev xelat bi destxistiye ku xizmetê ji bo jinan dike û bi rêya vê ajansê hêz û têkoşîna jinan radixe ber çavan. Ji ber wê piştgirîkirina jinên ragihandinkar gelek giringe, hêza wan hîn zêdetir radixe ber çavan.”
Koma Hunerê Kurdistan ev sê sale hatiye avakirin bi taybet di aliyê huner û şêwekarî de kar dike. Her sal di qada tendirustî û perwerde û aliyê cûda de pêşangehan vedikin. Îsal jî bi boneya 8’ê Adarê 16 jinên rojnamevan xelatkirin.