Nûçegihana ajansa me di pêşbirka "Pulse of Gaza" de pileya çaremîn bi dest xist

Nûçegihana ajansa me, Nexem Keracê di pêşbirka "Pulse of Gaza" de ji bo nivîsandina çîroka rojnamegeriya mirovî ya herî baş, pileya çaremîn bi dest xist.

Navenda Nûçeyan – Rojnamevan û nûçegihana ajansa me, Nexem Keracê bi xebata xwe ya berdewam a ji bo ragihandina çîrokên jin û sivîlan û belgekirina ezmûnên wan ên di nava şer, koçberî, şert û mercên dijwar ên mirovî ji Zîvala Xezayê her dem nûçeyan amade dike.

Nûçegihana me asta 4'emîn bi dest xis

Nexem Keracê di pêşbirka "Pulse of Gaza for Humanitarian Journalism Writing" de ku encamên wê duh ji bo çîroka wê ya "Xweşik… Dema ku Laşê Zarokekî Zû Mezin Dibe" hatin ragihandin, pileya çaremîn bi dest xist. Di nava nêzî 100 rojnamevanên ku ji bo beşdarbûnê serlêdan kirin de, 20 ji wan ji bo qonaxa dawî hatin hilbijartin, berî ku navên çar serkeftiyan werin ragihandin.

Pêşbirk ji bo piştevaniya rojnamevanan hat lidarxistin

Pêşbirk ji aliyê Navenda Parastina Rojnamevanan a Filistînî ve bi hevkariya Rojnamevanên Mafên Mirovan hat organîzekirin. Bi armanca piştgiriya rojnamegeriya mirovî û ronîkirina çîrokên ku ezmûnên sivîlan belge dikin û rastiya wan di bin şert û mercên dijwar ên li Zîvala Xezayê de ronî dikin.

Çîroka ku jiyana zarokekî û êşa wî vedibêje

Çîroka serkeftî çîroka kurekî neh salî yê bi navê Cemîl vedibêje ku ji nexweşiya hîperplaziya adrenal a ji zikmakî dikşîne. Beriya rewşa wî ya tenduristiyê ji ber qutbûna dermanê wî di dema şer de xirabtir bibe.

Nexem Keracê di çîroka xwe de rêwîtiya dayîka wî Îslam vedibêje. Dayîka ku di navbera saziyên tendirustiyê û dermanxaneyan de diçe tê da ku bikaribe zarokê xwe derman bike. Di vê navberê de bavê Cemîl piştî ku birîndar dibe û lingê wî tê jêkirin, şiyana xwe ya xebatê winda dike, ev yek barê dayîka wî, di navbera şopandina dermankirina kurê xwe û dabînkirina pêdiviyên malbatê de, du qat zêdetir dike.

Çîrok bandorên tenduristî, psîkolojîk û civakî yên li ser rewş zarok ku nikare derman bibe vedibêje. Her wiha bêparkirina ji jiyana normal û vegera dibistanê, bi encamên guhertinên fîzîkî, çewisandin û tecrîdê re rûbirû dimîne.

Serkeftina Nexem girîngiya rojnamegeriya mirovî nîşan dide

Serkeftina Nexem Keracê girîngiya rojnamegeriya mirovî nîşan dide di dayîna deng ji bo kesên gelek caran li pişt statîstîkên şer winda dibin û di veguherandina ezmûnên takekesî yên jin, zarok û sivîlan ji bo çîrokên ku hûrguliyên jiyan û êşên wan diparêzin, bi destanek mirovî digihîjin raya giştî