Nobetên Edaletê wê bi çalakiyên cuda berdewam bikin

Xizmên girtiyan ragihandin ku dê Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk dabûn destpêkirin bi şêwazên nû yên çalakiyan dÊ bidomînin û mezintir bikin.

Navenda Nûçeyan- Têkildarî Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk ji aliyê malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve li gelek bajaran hatibû destpêkirin, li Amed, Wan û Îzmîrê daxuyanî hatin dayîn.

 AMED

Li Amedê malbatên girtiyan xwestin bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li pêşiya komeleyê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan wan dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî li derve were dayîn. Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re MED’ê (MED TUHAD FED) Kerem Canpolat bertek nîşan da û got ku dê zext û tecrîdê qebûl nekin û têkoşîna xwe mezintir bikin.

Wê nobetên edaletê bi şêwazên cuda yên çalakiyan berdewam bikin

Xizmên girtiyan piştre derbasî avahiya komeleyê bûn û daxuyanî li wê derê hat dayîn. Daxuyanî bi sernavê “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” ji aliyê Rêvebera TUHAD FED’ê Emîne Kaya ve hat xwendin. Emîne Kaya, da zanîn ku dê Nobetên Edaletê veguherînin şêwazeke nû yên çalakiyan û sedema wê jî spart biryara girtiyan ku digotin ji bo di şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bijîn dê dernekevin dadgehan, hevdîtinên telefonê û malbatan û wiha got: 

“Birêz Abdullah Ocalan ku bi komployeke qirêj a gladyoya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û dûre hat dîlgirtin; 25 sal in di nava şert û mercên tecrîdê yên derhiqûqî û dermirovî de tê ragirtin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ji 25’ê Adara 2021’ê ve heta niha tu agahî jê nayê girtin. Birêz Abdullah Ocalan; diyar kir ku gelê Kurd ê bi sedan salan e bi nasnameya wê hatiye lîstin û hewl dane navê wan jî bidin jibîrkirin ji nû ve ava kir. Tenê bi vê jî bi sînor nema, di heman demê de li gorî rastiya dîrokî û civakî, paradîgmayek bi pêş xist. Bi vê paradîgmaya xwe bû avakerê aştiyeke bi rûmet û rasteqîn ê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê.”

 ‘Çalakiyê hişyariyek da avakirin’

Emîne Kaya da zanîn ku polîtîkaya tecrîdê ya di şexsê birêz Abdullah Ocalan de tê ferzkirin di esasê xwe de li ser jinan, ciwanan û hemû gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin û got: “Ji bo şer bisekine, gel bikaribe bêhnê bigre û ev tecrîda derhiqûqî, dermirovî û derexlaqî were şikandin, di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê, li seranserê cîhanê gelek kampanya hatin destpêkirin. Di serî de çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan li zindanan dane destpêkirin, li Kurdistan û Tirkiyeyê bi Nobetên Edaletê, Meşên Azadiyê, serlêdanên rêxistinên maf û hiqûqê yên ji bo saziyên neteweyî û navneteweyî hatine kirin, li gelek deverên cîhanê çalakiyên xwendina pirtûkên birêz Abdullah Ocalan û hwd. di raya giştî de heta astekê hestiyarî û tevgerînek hat afirandin.”

Bang li hemû civakan û alîgirên aştiyê hat kirin

Emîne Kaya destnîşan kir ku girtî bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî li ser Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya fizîkî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku dabûn destpêkirin bi dawî kirin û derbazî qonaxek cûda çalakiyan bûn, bal kişand ser bandora biryara nobeta xizmên girtiyan bi awayên cûda berdewam bike û ev tişt got:

“Bi hezaran girtiyên di zindanan de di 4’ê nîsana 2024’an de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirin û ji raya giştî re gotin; ‘Ji bo em jî di şert û mercên birêz Abdullah Ocalan de bijîn, em ê neçin dadgehan, dernekevin hevdîtinan û hevdîtinên li ser telefonê nekin.’ Di vê qonaxê de eşkereye ku çalakiyên Nobeta Edaletê yên ku di 4’ê kanûna 2023’yan de li Amed, Elih, Mêrdîn, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê hatibûn destpêkirin jî dê bi rêbaz û çalakiyên cuda bên mezinkirin. Ev tecrîda dermirovî ya li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ne li gorî hiqûqa navneteweyî ne jî tu hiqûqan e û di wijdanê gelan de rê li ber birînên kûr vekiriye. Şikandina tecrîdê pêdiviyeke rûmeta mirovahiyê ye. Di heman demê de berpirsyariyeke wijdanî ye. Li ser vî esasî, di serî de jin û ciwan; banga me ji bo tevahiya gelên bindest, sazî û dezgehên şoreşger-demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, raya giştî ya li gel aştiyeke bi rûmet ew e ku ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên demokratîk dengê xwe derxin û bi hestiyarî tevbigerin.

WAN

Têkildarî Nobeta Edaletê, bi pêşengiya TUHAY-DER’a Wanê û xizmên girtiyan li Kolana Hunerê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek xizmên girtiyan tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya hevpar ji hêla hevserokê Wan TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar ve hat xwendin.

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û bi çepikan bi dawî bû.

ÎZMÎR

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Konaka Îzmîrê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuru, hevserok û rêveberên navçeyê û endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê tevli daxuyaniyê bûn.

Rêvebera EGE-TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz metna hevpar a çalakiya Nobeta Edaletê xwend.