Nobeta ji o edaletê 603 roj in berdewam dike

Malbata Şenyaşar a ku nêzî du salan e ji bo pêkhatina edaletê nobeta xwe berdewam dike diyar kir ku partiya desthilatdar di mijara edaletê de ezmûnek dîrokî dide.

Riha – Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsa Rihayê êrîşê Malbata Şenyaşar kirin û di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku di hucreye yekkesî de tê girtin, di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê îro di roja 603’an de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” daliqand û dest bi nobetê kir. Rêveberê giştî yê Însyatîfa HAK Arîf Koçer îro serdana malbata Şenyaşar kir.

Li ser hesapê fermî yê tora civakî ya malbatê payemên ‘Partiya desthilatdar di mijara edaletê de ezmûnek dîrokî dide, dozgerên bi erebeyên luks diçin edliyeyê bêzar in… Nedîtina dayika li ber deriyê edliyeyê ji bo daxwaza edaletê ya 603 rojan, bêwijdaniya herî mezin e. Em li hemaberî hemû bêedaletiyê ne, em ê li kêleka mamosteyan bin’ hatin parvekirin.