Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 91’emîn de ye

Emîne Şenyaşar ku bi rojane li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe pêk tîne, runiştina li ber deriyê girtî yê wezaretê lê hat qedexekirin. Emîne Şenyaşar çalakiya xwe bir kolanê û got: “Edeleta we ya rezîl têk biçe.”

Enqere – Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 91'emîn de dewam kir.

Li Emîne Şenyaşar runiştina li ber deriyê girtî yê wezaretê jî hat qedexekirin. Polîsan mudaxaleyê Emîneyê kirin û dovîza hatibû daliqandin rakirin û Emîne ji ser kursiya bi çerxe rakirin. Emîne Şenyaşar a çalakiya xwe ya li ber wezaretê bir kolanê, wiha got: “We xwe rezîl kir. Edeleta we rezîle. Edeleta we ya rezîl têk biçe.”