Li Taîzê tevî zehmetiyan jî jiyan didome

Ji ber Hûsiyên bajarê Taîzê ya li başûrê rojavayê Yemenê dorpêç kir, geliyê El-Dabab veguherî cihê ku hem gel ji bo debara xwe giyayan kom dikin û difiroşin û hem jî bi bedewiya xwe ya xwezayî bêhna xwe veke.

HALA AL-HAŞİDİ

Pevçûnên navxweyî yên li Yemenê ku piştî di Îlona 2014'an de hêzên Hûsiyan rêveberiya paytext Senhayê destserkir destpêkir, didome. El-Dabab a girêdayî bajara Taîzê, hem ji ber bedewiya xwe ya xwezayî hem jî ji bo gelên piştî dorpêçan li dijîn, veguherî cihek bêhngirtinê. Jinan li dijî zehmetiyên qeyrana aborî û pevçûnan, jiyana xwe didomînin. Jinan bi taybetî li dijî şert û mercên aborî karên cuda dikin û bi firotina giyayên komkirine, debara xwe misoger dikin.