Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 89’emîn de ye

Hewldana 78’an çû serdana Emîne Şenyaşar ku ber Wezareta Dadê di roja 89’emîn de Çalakiya Nobeta Edeletê didomîne.

Enqere – Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 89'an de dewam kir.  Hewldana 78’an çû serdana malbata Şenyaşar.

Sevînç Çakir ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an kurê wê hat girtin jî li ber Wezareta Dadê bi Emîneyê re çalakiya runiştinê dabû destpêkirin. Sevînç Çakir di roja 14’ande çalakiya xwe domand.

Emîne Şenyaşar piştî çalakiya xwe ya li ber Wezaretê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çû Meclîsê.