Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 88’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku di roja 88’an de li ber Wezareta Edaletê Nobeta Edaletê didomîne got: “Ev zilm ne zilmekî asayî ye.”

Enqere-Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku 6 sal berê li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê AKP’yiyan ve hatin qetilkirin, di roja 88’an de li ber Wezareta Edaletê dewam dike.

Li ser hesinên wezaretê dowîza “Bi niftekirina deriyê wezaretê li hundir xwe veşartin bêkêrî ye. Hevjîn û kurên min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Yekane daxwaza me edalet e” hat daliqandin.

Parlemterê berê yê CHP’ê yê Konyayê Atîlla Kar, serdana Şenyaşar kir.

‘Kujerên malbata min li derve ne' 

Emîne Şenyaşar li ber Wezaretê axivî û wiha got: “Em li ber Wezareta Edaletê dirûnin, deriyan li ser me girtin. Haya wan jî ji me nîne, lê em li vir in. Ez 6 sal in ez dirûnim. Êdî bese bila kurê min berdin, em jî herin mala xwe. Ev zilm ne zilmekî asayî ye. Malbatek tune kirin. Nabe mirov li nava nexweşxaneyê bên qetilkirin, qeyd werin veşartin. Yên ku malbata min kuştin li derve ne, kurê min di hucreya girtîgehê de digirin.”

Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar piştî nobetê derbasî Meclîsê bû.