Nobeta Edaletê: Ji bo Emîne Şenyaşar lêpirsîna 14'emîn
Derbarê Emîne Şenyaşar a ku li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike, bi hinceta "heqaret" cara 14'emîn lêpirsîn hat vekirin.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 354'an de berdewan dike.
Dayik Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar di roja 354’an a çalakiya xwe de li baxçeyê edliyeyê dest bi nobetê kirin. Hat hînbûn ku der barê Emîne Şenyaşar de cara 14’emîn lêpirsîn hatiye vekirin. Emîne Şenyaşar bi îdiaya ku heqaret li Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, duh îfade da.
“AKP'yî jî vê zilmê qebûl nakin”
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin kir: “Duh dayika sembola edaletê wek bersûc ji bo îfadeyê hat vexwendin. Melûm kesê mexdûr Wekîl Yildiz ê. Hejmara lêpirsînên der barê dayikê de hatin vekirin bû 14. Hilbijêrên AKP’ê jî vê zilm û bêhiqûqiyê qebûl nakin.”