Nobeta Edaletê di roja xwe ya 435’an de ye: Em çareseriyê dixwazin
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku 435 roj in Nobeda Edaletê didomînin, bi gotina di doza qetlîamê de gava duyamîn hat astengkirin banga “Em çareseriyê dixwazin” kirin.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê d e li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 433’emîn de berdewam dike. Malbata ku siharê ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber Edliya Rihayê, çalakiya xwe li qada weke “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar" tê pênasekirin da destpêkirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê, Wezareta Dadê etîket kir û ev parvekirin kir: “Her kes di ferqa her tiştî de ye. Dozgeran 4 sal piştî qetlîamê gavek hiqûqê avêt. Lê avêtina gavê duyemîn hat astengkirin. Em ji bo vê bêedaletiya li Rihayê didome #EmÇareseriyêDixwazin, edaletê dixwazin…”