Nobeta edaletê di roja xwe ya 370’an de ye

Nobeta "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 9'ê Adara 2021'an dabûn destpêkirin di roja 370'emîn de dewam dike.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 370’an de dewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê edliye girtiyê, malbatê çalakiya xwe li mala xwe berdewam kir. 

Malbata Şenyaşar, wêneyê Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Muhterem Înce yê li ber Pirtûkxaneya Gel a Pirsûsê kişandibû parve kir û ev parvekirin kir: “Waliyê me û Alîkarê Wezîr li Pirsûsê ne. Diviya bû ev wêne li ber deriyê ‘Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê’ hatibûya kişandin. @muhteremince li nexweşxaneyê sê mirov hatin înfazkirin. Gelo alîkarê wezîr qet ji kesên li cem xwe pirsî ka qeydên kamerayên nexweşxaneyê li ku ne? Gel, li benda bersiva vê pirsê ye.”