Nobeta Edaletê di roja 801’an de ye

Malbata Şenyaşar a di roja 801’an de nobeta edaletê didomîne ev tişt got: “Heta ku edalet pêk tê jî dê têkoşîna me ya edaletê bi biryardarî bidome!”

Riha – Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 801’an de jî berdewam kir.

Dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe, çalakiya nobetê îro li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 

Parvekirina karîkaturê

Malbata Şenyaşar têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. di peyamê de malbatê karîkatûrê ji hêla Sefer Selvî ve hatiye xêzkirin parve kir û ev peyam da: “Em bûn dengê her kesên rastî neheqî û bêedaletiyê hatin û nekarîn dengê xwe bidin bihîstin. Heta ku edalet pêk tê jî dê têkoşîna me ya edaletê bi biryardarî bidome!”