Li Sûriyeyê di rojek de 4 jê zarok 18 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên SOHR’ê, li Sûriyeyê di nav 24 saetan de 4 jê zarok 18 kes hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de bi kêmanî 18 kes ji ber êrîş, teqînan û bûyerên tundiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya SOHRê, li devera Qetna ya gundewarê Şamê 2 ciwanên Durzî ku 3 roj berê ji aliyê endamên ser bi desthilata Şamê ve hatibûn binçavkirin, hatin qetilkirin. Li heman deverê bijîşkek ku berî çend rojan bi tawana ku Elewî ye ji aliyê hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê ve hatibû binçavkirin hat qetilkirin.

Li bajarê Senemîn ê Derayê jî çekdarên nenas fermandarê berê yê "Artêşa Azad" Mahir El Lebad, kurê wî û ciwanekî din gulebaran kirin û wan kuştin. Li heman bajarî di şerê di navbera du komên çekdar de xwendekarekî zanîngehê jiyana xwe ji dest da.

Li Helebê kesên nenas û bi motorsîklet mamostayek Elewî qetil kir

Hate ragihandin ku li Helebê jî çekdarên nenas ku li ser motorsîklêtê bûn, mamosteyek zanîngehê ji mezheba ewlehî kuşt, li gundewarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê komek çekdar  ku piştgiriyê dide desthilata Şamê bi ser malekê de girt û kesek qetil kir. Li bejahiya Tedmurê ya gundewarê rojhilatê Humisê 3 cenaze hatin dîtin.

Li Şamê jî cenazeyê ciwanek ku zêdetirî mehekê hatibû revandin, hat dîtin. Li bajaroka Mirêiyê yê Dêrazorê 3 zarokan ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê Hemayê jî zarokeke keç demek berê di encama gulebarankirina mala wê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Li taxa Muntezeh a Laziqiyê jî ji ber nakokiyên li ser pereyan şer derket û di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.