Nobeta Edaletê di roja 629’emîn de ye: Em bi hêvî ne

Malbata Şenyaşar a di roja 629’an de çalakiya Nobeta Edaletê didomîne vê pêyamê da, "Tevî her tiştî jî em bi hêvî ne."

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja 629’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û lawê wê yê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû ji ber ku avahiya edliyê îro di etlê de ye nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domandin.

Têkildarî nobetê malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: "Neheqî li kê bê kirin bila bê kirin (girîngiya zayendê, ziman, ol û beweriyê qet tune ye) divê em pev re li hember bisekinin. Tevî her tiştî jî em bi hêvî ne."