Nobeta edaletê di roja 539’emîn de didome
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 539 roj in didome. Polîsan, di nav de Malbata Şenyaşar jî heyî rojnamevanên ku malbatê dişopandin dorpêç kir. Li ser berteka malbatê polîs neçar man ku dorpêçê rakin.

Riha – Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 539’emîn de didome. Dayik û kurê wê li qada sih a di ketina avahiya edliyeyê de dest bi nobeta xwe kirin.
Nobet girtina malbatê ya di ketina avahiya edliyeyê de bi hinceta “biryara Walîtiyê” hatibû qedexekirin lê bi biryardariya malbatê ji biryarê paş ve gav avêtibûn. Polîsan xwestin rojnamevanên ku çalakiya nobeta malbatê dişopînin asteng bikin. Polîsan îdia kirin ku kişandina dîmenan a li pêş avahiya edliyeyê qedexe ye û biryara walîtiyê ya “qedexeye ku li pêş avahiyên cemaweriyê çalakî bên kirin” weke hincet nîşan dan. Li ser vê yekê polîsan rojnamevanên ku erkên xwe kirin ji GBT’ê hatin derbaskirin û bi “kirariyên qanûnî” gef li wan hat xwarin. Di vê navberê de gelek polîsên çevîk anîn pêş edliyeyê û malbat hate dorpêçkirin. Malbata ku di bin dorpêçê de nobeta xwe didomîne, bertek nîşanî polîsan dan.
Dengê Emîne Şenyaşar ku ji bo ferdên malbatê yên hatibûn qetilkirin lorand, li avahiya edliyeyê deng veda. Emîne Şenyaşar, bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got: “Dema malbata min dihate qetilkirin we ev bergirî girtibûna. Ji malbata min 3 di nexweşxaneyê de hatin qetilkirin. Dîmenên kamerayên nexweşxaneyê hatin dizîn. Kûjer destê xwe dihejînin û digerin.” Li ser berteka malbatê polîsan dorpêç rakir.