Nobeta edaletê di roja 466’emîn de ye
Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê bê navber didomîne, wiha got: “Em di rêya heq de ne û em ê bilêvkirina xwe ya heqîqetê bidomînin.”
Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 466’emîn de berdewam dike.
“Daxwaza me edalet e”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: "Em çar sal in li pey edaletê ne, 466 roj in jî li pêşiya edliyeyê nobetê digirin. Daxwaza me edalet e, tu girîngiya ku em li dijî kê ne, nîn e. Em di rêya heq de ne û em ê vegotina xwe ya heqiyê bidomînin."