Nobeta edaletê di roja 465’emîn de ye: Bazarî ne mijara gotinê ye

Malbata Şenyaşar a îdiayên Rojnameger Bariş Terkoglu yê ku di nivîsa xwe ya “Teklîfa bêexlaq” de destnîşan kir ku malbata Şenyaşar li Navenda Giştî ya AKP’ê hin hevdîtin kirine, bersivand û got: “Bazarî ne mijara gotinê ye.”

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 465’emîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê, dest bi çalakiya xwe kirin û li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin, cihê girtin.

Mijara bazariyê nîne

Ferît Şenyaşar bersiv da îdiayên Rojnameger Bariş Terkoglu yê ku di nivîsa xwe ya “Teklîfa bêexlaq” de destnîşan kir ku malbata Şenyaşar li Navenda Giştî ya AKP’ê hin hevdîtin kirine û got ku me ji bilî MHP’ê bi hemû partiyên siyasî re “ji bo eşkerekirina heqîqetê” hevdîtin kir, lê tu mijara bazarî nîne.

Ji medyaya mecazî daxuyanî

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin kir: “Em bi hemû partiyên siyasî re di heman dûrahî de ne. Em heqîqetên doza xwe bi her kesên ku guhdarî dike re parve dikin. Di rojeva me de tu bazar nîne. Doza me heqîqet e, însan e. Bila edalet pêk were. Em jî dixwazin vegerin jiyana xwe ya asayî.”