Nobeta edaletê di roja 464’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 464’emî a nobeta edaletê de vê peyamê parve kir: “Heta ku heq, hiqûq û edalet were vê axê, dê tekoşîna me bi bilind bibe û bidome.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 464’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne, Ferît Şenyaşar jî serê sibehê hat li pêşiya Edliyeya Rihayê û nobetê edaletê da destpêkirin.

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê , bi minasebeta 4'emîn salvegera komkujiyê, wêneyekî bîranîna duh a bi girseyî, bi etîketkirina hesaba Wezareta Edaletê, ev parvekirin kir: "Heta ku heq, hiqûq û edalet were van axan dê tekoşîna me bi bilind bibe û bidome."