Nobeta edaletê di roja 427’emîn de ye
Malbata Şenyaşar a 427 roj in têkoşîna edaletê dimeşîne wiha got: “Ji bo zarokên xwe rûyek reş nehêlin ji sibê re. Ger şahid biaxivin dê pêvajo leztir bibe, zilm bidawî bibe’.
Riha – Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin, di roja xwe ya 427’emîn de ye.
Malbata ku siharê ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber Edliya Rihayê daxwaza xwe ya edaletê berdewam dike û derbarê dozê de kesên ku diçin edliyê agahdar dike.
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yê medya mecazî vê pêvamê parvekir: “Di serî de ji bo xebatkarên nexweşxaneyê, ji bo kesên ku bûne şahidê komkujiya nexweşxaneyê banga me ye: Ji bo zarokên xwe rûyek reş nehêlin ji sibê re. Ger şahid biaxivin dê pêvajo leztir bibe, zilm bidawî bibe.”