Nobeta “edaletê” di roja 340’an de ne
Malbata Şenyaşar, bal kişand ser zextên li ser darazê û îro careke din daxwaza edaletê kir.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 340’an de ne.
Malbata Şenyaşar danê sibê hatin li ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê hesabên Serokomariyê, Dadgeha Destûra Bilind û Dadgeha Bilind etiket kirin û ev parvekirin kir: “Me heta niha daraz û dozger sûcdar kir. Li pişt dozger wekîlê kî dest biçek heye. Dirûşmeya me heq hiqûq edalet e. Kesên li dijî zilmê bêdeng in #EzŞermezarDikim #Emgelin Ya Hûn?”