Komelekya Wassila ya ji bo Parastina Jin û Zarokan qetilkirina jinan li Cezayîrê şermezar kir

Komeleya Wassila a Parastina Jin û Zarokan li Cezayîrê qetilkirina jinan û bûyerên hovane derbarê jinan şermezar kir, ku li gorî amarên malpera Femînîst a Cezayîrê ku ji despêka çileya 2022'an ve 6 jin hatine qetilkirin.

Komeleya Wassila a Parastina Jin û Zarokan li Cezayîrê qetilkirina jinan û bûyerên hovane derbarê jinan şermezar kir, ku li gorî amarên malpera Femînîst a Cezayîrê ku ji despêka çileya 2022'an ve 6 jin  hatine qetilkirin.
Cezayîr- Yek ji welatên her diçe qetilkirina jinan lê zêde dibe Cezayîre. Li gorî malbera femînîstên Cezayîrê 13’ê sibatê jî Kalthoum Rexîl a 33 salî li ber çavên her sê zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe yê berê hev berdabûn û ji hev cuda dijiyan ve hat qetilkirin. Li ser van bûyeran femînîst û komeleyên jinan ên weltên ketin nava tevgerê. Komeleya Wassila a Parastina Jin û Zarokan a Cezayîrê bi daxwiyaniyekê qetilkirina jinan a bi awayekî domdar li Cezayîrê şermezar kir. 
“Kalthoum Rexîla li ber çavê zarokên xwe hat qetilkirin”
Komeleyç di daxwiyaniya xwe de diyar kir ku Kalthoum Rexîla yek ji wan 6 jinên ku ji destpêka sala 2022'an ve bi awayekî hovane hatine qetilkirine û got: “Kaltoum Rexîla jineke hevberdayî ye ku piştî hevberdanê ji hevjînê xwe yê ku tundî lê dikir serdana komeleya wan kiriye. Wê bi armanca peydakirina alîkarî û cihek lê bimîne sedana komeleya wan dikir. Hevjînê wê ev weke hincet nişanda û li ber çavê zarokên wê ew qetil kir.”
Derbarê hejmara bûyerên hovane yên qetilkirina jinan li Cezayîrê li gorî ku malpera Femînîst a Cezayîrê weşandiye sûcê hovane yê li dijî Kalthoum Rexîla ji aliyê hevjînê wê yê hevberdayî ve hate pêkanîn. Berî ku Kalthoum Rexîla were qetilkirin gelek caran ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tehdîdê dihat û carekê jî ji ber heman sedemê hevjînê wê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin jî lê ti careserî jê re nehat dîtin û bû sedema qetilkirina wê.