Nobeta “edaletê” di roja 331’an de ne

Malbata Şenyaşar her roj balê dikişîne ser bêmafiya li wan tê kirin û çalakiya xwe didomîne.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 331’an de berdewam e.
Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû nehat cihê çalakiyê û lawê wê Ferît Şenyaşar hat ber edliyê û nobedê girt. 
“Ev şerm ji bo dozgeran bese”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hesabê serokê Yekîtiya Baroyên Turkiye yê  Erinç Sagkan û Walîtiya Rihayê etîket kir û got: “Têkoşîna me ya edaletê li ber Edliya Rihayê di roja 331’an de ne… Rojane bi hezaran welatî rastî zilma wiha tên û diçin edliyê. Ev şerm ji bo dozgeran bese.”