Nobeta “edaletê” di roja 327’an de ne

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku 327 roj in bi daxwaza 'edaletê' têkoşîn didin meşandin, wiha gotin: “Her çiqas daraz hesabê ji yên sûcên mirovahiyê kiribin napirsê jî lê di wîjdanê civakê de mehkûm in.”

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 327’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber ku îro dawiya hefteyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: "Piştî komkujiya li ser malbata me pêk hat, tiştê me fêm kir zagon li gorî kesan û li gorî bajaran diguhere. Her çiqas daraz hesabê ji yên sûcên mirovahiyê kiribin napirsê jî lê di wîjdanê civakê de mehkûm in.”