Nobeta "edaletê" di roja 315’an de ne
Emîne Şenyaşar 315 rojin daxwaza edaletê dike lê peyîwendîdar dengê wê nabihîsin.
Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 315’an de ye.
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: "Salek e dayikek li ber deriyê Edliyeya Rihayê li benda edaletê ye. Wezîrê Edaletê dibêje, 'Deriyê edliyeyê deriyê edaletê ye'. Welatî ji gotinên li ser kursiyan tên kirin bawer bikin an ji tiştên tên kirin bawer bikin? Gelo wê rayedarekî xwedî wijdan ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?"