Agahî ji Zamaneh Zivieh a li Saqizê hatibû binçavkirin, nîne!
Çalakvan Zamaneh Zivieh li bajarê Saqizê bi avêtina ser mala wê hatibû binçavkirin, agahî nîne ku ew birine ku derê.
Navenda Nûçeyan - Li Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê çalakvana sivîl a civakî Zamaneh Zivieh, piştî avêtina ser mala wê ji aliyê îstîxbaratên bajar ve hat binçavkirin. Hêj agahiyek nehat girtin ku çalakvan Zamaneh Zivieh li ku derê tê girtin.
Hat destnîşankirin ku di dema binçavkirina Zamaneh Zivieh ya mezûna hiqûqê de bêyî ku ewraqek were nîşandan ew birine. Hat zanîn ku berê jî çalakvana sivîl ji ber sedemên xebatên wê di derbarê wê de biryara girtinê hatiye dayîn û bi kefaleta 80 milyon Tomanê biyarê rakiriye.