Nobeta edaletê di roja 313’an de ye

Şandeya Navenda Giştî ya ÎHD'ê serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku 313 roj in di "Nobeta Edaletê" de ne, kir.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 313’an de berdewam dike. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar tevî ku ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye jî ji li qada ku weke “quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin nobeta xwe dan destpêkirin. Ji malbatê re serdanên piştgiriyê jî didomin. Şandeya Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di nav de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û nûnerên herêmê jî hebûn serdana malbatê kirin. Emîne û Ferît Şenyaşar bi pankartên li ser “Em edaletê dixwazin” hatibûn nivîsandin, şande pêşwazî kirin.
“Der barê dayika min de 12 car lêpirsîn hatin vekirîn”
Ferît Şenyaşar ê ku der barê roja êrîşê û tiştên pişt re qewimîn de şande agahdar kir, bi bîr xist ku der barê dayika wî Emîne Şenyaşar de bi hinceta “heqaretê” 12 lêpirsîn hatine vekirin û “3 lêpirsîn veguherîne dozê.” Her kes dema mijara doza nexweşxaneyê vedibê dibêjin ‘ne karê me ye.’ Kesên Hê têkildarî kesên li nexweşxaneyê sûcê mirovahiyê pêk anîn de tu geşedan tune ne, loma yên ku ev komkujî pêk anîne ji polîtîkayên bêcezatiyê cesaretê digirin û li ser gel zext pêk tînin. Dibêjin, 'Ger hûn werin li ser me, dawiya we mîna malbata Şenyaşar be'.
“Zû yan jî dereng wê edalet pêk were” 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku bêhiqûqiya li malbata Şenyaşar tê kirin ji nêz ve dişopînin û wiha got: “Ev têkoşînek heqîqetê ye û em ê bi ser bikevin. Ger hikûmet nikaribe failên kuştinê li ber çavên her kesê derxe pêşberî dadgeriyê, ev yek şerma wan e. Lê em ê vê yekê ji şerma wan re nehêlin, zû yan jî dereng wê edalet pêk were.”
Emîne Şenyaşar jî bi çavên bi hêstir tiştên ku di roja qetlîamê û piştî wê de qewimîn ji heyetê re vegot. Şande piştî ku demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt ji cihê çalakiyê rabû. 
“Hêvî wê her hebe”
Malbata Şenyaşar, @ericsagkan û @TBMMGeneralKurulu etîket kir û ev peyam parve kir: “Em wisa hêviyên xwe winda nakin û xwe venakişînin! Hêvî wê her hebe… Em ê bi hev re bi dem û sebrê re edaleta ku civak bêriya wê dike bînin.”