Hejmara duyemîn a rojnameya Komînal derket
Rojnameya Komînal bi berga ‘Modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê ye’ hejmara xwe ya duyemîn weşand. Di hejmara duyemîn de cihek berfireh da beşên nû yên Manîfestoya Civaka Demokratîk.
Navenda Nûçeyan – Rojnameya Komînal ku meha derbasbûyî li Ewropayê dest bi weşanê kir, vê mehê hejmara xwe ya duyemîn bi berga ‘Modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê ye’ weşand. Rojname weke ku berê ragihandibû, di sê hejmarên xwe yên destpêkê de Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk beş bi beş digihîne xwendevanên xwe.
Komînal hejmara xwe ya duyemîn bi giranî ji beşên 4 û 5 ên Manîfestoyê re veqetand. Di vê çarçoveyê de ‘Modernîte Beşa 4’ û ‘Rewşa bi pirsgirêk a li Rojhilata Navîn û çareseriya modernîteya demokratîk Beşa 5.’ nirxand.
Di manîfestoyê de sernavên modernîteya kapîtalîst, netewe-dewlet, konfederalîzma demokratîk, modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk, xweparastin, zayendperestî, eko-endustrî û dîroka olan bi berfirehî dinirxîne.
Beşek mezin a rojnameyê ji Manîfestoyê re hate veqetandin
Rojname bi giştî ji 20 rûpelan pêk tê. 15 rûpelên wê ji Manîfestoyê re hatin veqetandin. Her wiha cih da bûyerên siyasî û nirxandinên wê. Di vê çarçoveyê de nivîsa Mûstafa Karasû ya bi sernavê ‘Helwesta di Newrozê de hate nîşandan aqlê hevpar ê Kurdan e’ hate weşandin.
Di bergê dawî yê rojnameya Komînal de helbesta bi navê ‘Newroz Nakem’ a Ebdulla Peşêw hate weşandin. Helbest bi zaravayên Soranî û Kurmancî yên Kurdî hate weşandin.
Rojnameya Komînal li Navendên Civaka Demokratîk ên li Ewropayê dikare bê peydakirin.