Nobeta “edaletê” di roja 299’an de ne

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 299’an de dewam dike.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 299’an de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê Emîn nobetê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. Ferît jî ji bo tevlî "Forûma Gel" a ku ji hêla Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) ve tê lidarxistin bibe çû Stenbolê. 
Malbata Şenyaşar îro li ser medyayê ev peyam da: "Di roja ewil a sala 2022’yan de em ‘Têkoşîna Edaletê’ li Stenbolê dimeşînin. Ligel hemû astengiyan jî em ê serî netewînin. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe li her derê Tirkiyeyê û Rihayê bidomînin. Her çend di sala nû de rojev buhabûn be jî, çavkaniya wê bêedaletî ye.”