Nobeta “edaletê” di roja 167’an de dewam dike

Ji ber avahiya edliyeyê girtiye, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobetê di roja 167’an de li mala xwe didomîne.

Riha – Çalakiya “edaletê” ya Emîne Şenyaşar, ku di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 167’an de dewam dike. Ji ber ku avahiya edliyeyê girtiye, malbat çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe Pirsûsê didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parkirin danî: “Di şeran de jî pêwîste dest nedin 4 hêmanan. Jin, zarok, nexweşxane û ambûlans. We li nexweşxaneyê dest neda jinê, lê we li ber çavê wî zarok û hevjînê wê qetil kir. We ambûlansa ku birîndaran vediguhezand pelixand. Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve.”