Nobeta “edaletê” di roja 122’an de dewam dike
ndamên hewldanên 78'an ên Dîlok, Riha û Pirsûsê serdana nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a 122 rojin dewam dike kirin.
Riha - Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de winda kir û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû 9'ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeda "Edaletê" kirin û di roja 122’an de dewam dikin.
Malbata Şenyaşar weke her roj hatin ber edliyeyê û bi dovîzên mîna "Ji bo herkesî edalet", "Dayikeke 122 roj in çalakiya nobetê didomîne" , "2 kur û hevjînê wê li nexweşxaneyê qetil kirin" , "Ji ber ku di komkujiyê parlamenter jî heye 3 sal in doz nayê vekirin" dest bi çalakiya xwe kir. Bi boneya serdanên piştevaniyê endamên hewldanên 78'an ên Dîlok, Riha û Pirsûsê serdana malbatê kirin. Bi malbatê re parêzerê malbatê Serhat Kûrt jî endamên hewldanan pêşwazî kir.
Emîne Şenyaşar bertek nîşanî polisên ku dema serdanê hevdîtinê kişandin da û bi lorandinê ev tişt ji wan re got: "Hûn çima nakevin pey şopa kesên ku me qetil kirin? Me çi kiriye ji we.? Hûn çima li pey me digerin? Biçin kesên ku me qetil kirine bigirin. Hûn di malbata me de sûcdar nabînin." Emîne Şenyaşar, di van kêliyan de wêneyên zarokên xwe yên hatine qetilkirin; Adil, Celal û hevjînê xwe Esvet Şenyaşar hembiz kir û bi demeke dirêj lorik barandin.
Endamên Hewldana 78'an piştî ku demekê bi malbatê re nobet girtin ji ber edliyeyê veqetiyan.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam par kir: "Em li Edliyeya Rihayê di bin zilmê de têkoşîna 'maf' didin. Di dozeke mafdar de serkeftin jî teqez e. Wê ji vê zilma bi rêya darazê berdewam bike re rayedarekî bi wijdan bêje bisekine..."