Nobeta Azadiyê di roja 50’emîn de didome

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 50’emîn de didome.

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê tên kirin jî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bêbersiv dimînin. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo dawîanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê hat destpêkirin. Nobeta Azadiyê ya bi dirûşma ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîdê bişkînin’ li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja xwe ya 50’yan de didome.

Çalakiya Nobeta Azadiyê dê her roj bi dewrgirtina komeke din berdewam bike. Çalakî îro ji aliyê koma 50’yan ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê dest pê bike ji bo tevahî şehîdên şoreşê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 50’yan Fadîle Pîranî axivî û got: “Em jî wek wargeha Şehîd Rustem Cudî tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan na pejirînin, ev tecrîd bê mirovahî û bê hiquqî ye. Em bang li NY û CPT dikin ku erkê xwe pêk bînin. Girtin, îşkence û cezayê disiplînê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em wek gelê Kurd heta dawî napejirînin, em ê li ser lingan bin û çi erk dikeve ser milên me em ê pêk bînin.”

‘Em fizîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin’

Gulîzar Şen diyar kir ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê her dem li ser lingan bin û wiha berdewam kir: “Em hemû çalakiyên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda ku li ser tê pêkanîn li dar dixin. Em ne tenê dixwazin dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibihîzin, em fizîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin. Em ranawestin heta ku dilopek xwîn di bedena me de hebe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nekin em ê çalakiyên xwe bi şêweyên cur be cur berdewam bikin. Kes mafê me nas nake, em niha bêjin em Kurd in dibêjin hûn kî ne, zimanê we nenas e. Zimanê Kurdî di cîhanê de yek ji zimanên herî dewlemend e ji bo wê dixwazin zimanê me tune bikin, qut bikin û me ji holê rakin.”

Di çalakiyê dirûşmên ‘Kes nikare roja me tarî bike’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.