Nobeda edaletê: Keştiyek noq bûyî heye!
Malbata Şenyaşar di roja 597’emîn a çalakiya xwe de bal kişand ser binçavkirina rojnamegeran tê wateya ku dengê wan hatiye qutkirin.
Riha – Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 597’emîn de berdewam dike.
Malbata ku di saetên sibehê de hatin cihê bi navê "Quncika edaletê ya Şenyaşar " a li ber deriyê edliyeyê, li ber pankarta ku vekirin çalakiya xwe didomînin.
Ferît Şenyaşar diyar kir ku li pêşiya wan zivistan e û hilbijartinên ku dê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bikin heye û got, "Hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê têkoşîna edaletê ya dayika min dişopînin û hemû partiyên siyasî edaleta ku her kesî xwestiye hembêz kiriye." Ferît Şenyaşar, anî ziman ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên dengê xwe anîne ziman îro hatine binçavkirin û destnîşan kir ku armanca binçavkirinan ew e ku dengê wan bibire.
‘Keştîyek noqbûyî heye’
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal wiha got: “Kîjan ferman bi zilmê xilas bû? Li navenda # Rihayê keştiyeke binavbûyî heye û ev keştiya edaletê ye. Li pêşiya me zivistan e, li pêşiya me hilbijartina giştî ye. Yên li hemberî vê çewisandinê bêdeng bimînin, wê li #rihayê winda bikin, li Tirkiyeyê jî winda bikin.”