Nivîskar Asli Erdogan ji ber xwînçûyûna ser mêjî razandin nexweşxaneyê
Hat hînbûn ku nivîskar Asli Erdogan a li derveyî welat dijî, ji ber xwînçûyîna ser mejiyê wê di beşa lênihêrîna giran dihat girtin dê derxin servîsê.
Navenda Nûçeyan – Fizîkzan û nivîskar Asli Erdogan ku demeke dirêj e li derveyî welat dijî, xwîn çû ser mêjiyê wê, girtibûn beşa lênêrîna giran. Di nivîsa Weşanên Hunerê ya Sîmurgê ya ku serê sibê li ser medyaya civakî parve kir de wiha hat gotin: "Wisa çûyîn nîn e, çîrok û gotin dê li pey we bin. Hûn ê li ber xwe bidin, ev jî li we xweş tê. Nivîskar Asli Erdogan ji beşa lênihêrîna giran derket. Ew ê roja duşemê biçe servîsa norolojiyê. Tu yê baş bibî!”
Asli Erdogan kî ye?
Asli Erdogan ku yek ji fîzîkzanên tirk ên ewil e li Navenda Lêkolînên Nukleerî ya Ewropayê dixebitî, dev ji doktoraya fizîkê berda û berê xwe da edebiyatê. Asli Erdogan di lêpirsîna sala 2016’an li ser rojnameya Ozgur Gundemê hat vekirin de bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê û tehrîkkirina raya giştî" hatibû girtin û piştî demekê bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê" biryara tehliyekirina wê hat dayîn. Darizandina wê bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" berdewam kir. Asli Erdogan a 29'ê Kanûna 2016'an hat girtin û piştî 133 rojên girtîgehê hat berdan. Di danişîna 14’ê Sibata 2020’an de li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin, Asli Erdogan ji sûcên “xerakirina yekitî û yekitiya dewletê” û “endamtiya rêxistina terorê” beraat kir.