Niha jî HTŞ li Helebê ‘bendên kontrolê yên bi tevger’ ava dike

Piştî peymana agirbestê, cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), careke din bendên peymanê binpê kir, li ber deriyên ketinê ya taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê piştî xalên kontrolê yên hevbeş, "xalên kontrolê yên bi tevger" ava kir.

SÊRÎN MIHEMED 

Heleb – Jinên ku li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê dijîn, ji ber lêgerîna berfireh a çente û telefonên xwe yên ji aliyê komên çekdar ên girêdayî HTS’ê ve, gilî dikin. Ev cîhadîst, piştî danîna bendên kontrolê yên hevpar ên li deriyên daketina van taxan, xalên kontrolê yên "bi tevger" (demkî û bitevger) danîn û bi awayekî kêfî jinan radiwestînin û lêpirsîn dikin.

‘Projeya me ne êrîş e, xweparastin e’

Jina ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Dîlan Elî, binpêkirinên HTŞ’ê yên li ser taxan şermezar kir û bi taybetî kiryarên li dijî jinan bi tundî şermezar kir. Dîlan Elî, da zanîn ku telefonên jinan bi awayekî neqanûnî bi berfirehî tên lêkolînkirin û hewl didin ji cîhazan re Wi-Fi’yê girê bidin û kêsên têkilî danîne tesbît bikin.
Dîlan Elî, wiha got: "Em wekî gelê Eşrefiye û Şêx Meqsûdê,  çi Kurd, çi Suryanî, çi Xiristiyan in, em qet ji hev nehatin veqetandin. Projeya me bi tevahî li ser xweparastina ye. Bi tu awayî êrîş an jî zirar dayîna kesek din armanc nake. Lê belê piştî şer, wêranî û dorpêça ku rejîma Baasê 14 salan li ser me ferz kir, tiştê ku em îro dijîn zilmek pergalî ku vê pêvajoyê jî derbas dibe, nîşan dide.”

Girîngiya bicîhanîna Peymana Nîsanê

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo, polîtîkayên ku li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê tên sepandin mîna "berdewamiya polîtîkaya dagirkeriya Tirkiyê" bi nav kir. Fehîme Hemo, diyar kir ev polîtîka armanc dikin ku îradeya gelê berxwedêr bişkînin û destnîşan kir ku gelê van her du taxan him li dijî rejîma Baasê û him jî hikûmeta heyî, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ne.

‘Jin rastî her cure binpêkirinan tên’

Fehîme Hemo ya piştgirî da xwepêşandanên gel ên li dijî dorpêça di 6’ê Cotmehê de hat kirin, da zanîn ev serhildana gel di dîroka berxwedanê de gaveke girîng bû û wiha axivî: “Bi saya îradeya gel, hin rêyên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin ji nû ve hatin vekirin. Lê belê, komên girêdayî HTŞ’ê ciwanan li gorî nasnameya wan a etnîsîtî lêpirsîn dike û binçav dike. Ger di telefonên wan de sembol an jî wêneyên têkildarî nasnameya Kurd werin dîtin, tavilê ciwan digrin. Jin jî ji vê yekê ne bêpar in; çente û telefonên wan jî tên lêgerînkirin û cîhazên wan ji Wi-Fi’yê tên girêdan û  lêkolînkirin.”

Fehîme Hemo, bang li walîtiya Helebê kir ku bendên Peymana Nîsanê bi cîh bîne û got: "Ger em çareseriyek demokratîk û mayînde dixwazin, divê Peymana 1’ê Nîsanê bê kêmasî were bicîhanîn."

‘Em daxwaz dikin ku pêdiviyên bingehîn ên gel bên dabînkirin’

Nişteciha taxê Tûlîn Osman, girtina rêyan û dorpêça tê pêkanîn bi van gotinan rexnê kir: "Îro, rê tên girtin, ciwan tên revandin û lêgerînkirin. Ev binpêkirineke eşkere ya peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê ye. Em daxwaz dikin ku pêdiviyên bingehîn ên gel wek elektrîk, av û mazotê bên dabînkirin."

Hêjayî gotinê ye, di 6’ê Cotmehê de taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, bi êrîşeke leşkerî ya giran a ji aliyê HTŞ’ê ve hatin dorpêçkirin. Xwepêşandanên gel ên li dijî dorpêçê jî, rastî zextan hat..

Ev êrîşên dawî, binpêkirineke eşkere ya peymana ku di meha Nîsana borî de di navbera meclîsê taxan û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de ye. Di nava peyamanê de bendên ji bo parastina gel, xurtkirina aştiya civakî, misogerkirina ewlehiya navxweyî û mîsogerkirina tevgera azad cih digirt.