Li Silêmaniyê mirina bi guman a jinek

Li Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê cenazeyê jinek qenixandî di mala wê de hat dîtin û peyamek bi guman ku li pey wê ma.

Navenda Nûçeyan – Kuştina jinan û bi guman, mirina jinan a ji ber aqlê kevneperest û qebûlnekirina jinan berdewam e. Duh li taxa Maye Yare ya bajarê Silêmanî ya başûrê Kurdistanê cenazeyê jinek 40 salî hate dîtin. Nasnameya jina ku di mala xwe de qeniqandî hatiye dîtin, nehat aşkerakirin.

Têkildarî bûyerê, berdevkê Polîsên Silêmanî Serkewt Ehmed daxuyaniyek da çapemeniyê. Serkewt Ehmed balkişand ser awayê mirina wê û wiha got: “Jinê beriya ku bixeniqe peyamek bi deng ji bo keça xwe şandiye û tê de daxwaza efûyê kiriye. Li ser vê yekê dibe ku ev bûyerek xwekuştinê jî be. Lê belê hê em nikarin bûyerê piştrast bikin. Lêkolîna bûyerê didome.”